ROJAVA- Gotûbêjên Îsraîl û Sûriye

Siyasetmedarê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê (Royar Tirbespiyê) roja yekşemê 21/9/2025 ji bajarê Duhokê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de behsa gotûbêjên Îsraîl û Sûriye hate kirin û siyasetmedar Royar Tirbespiyê da zanîn ku, Serokê Sûriyê Ehmed Şerih hemû rêkeftinan digel Îsraîlê bike daku tenê li ser desthilatê bimîne.

Her weha diyar j' kir ku, gelê kurd di vê qonaxê de di rewşeke  gelek hestyar re derbas dibe û yekrêzî û yekhelwêstiya kurdan tenê çarenivîsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê misoger dike.

 Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

  

XELAT