Ehmed Xan Zêro Beg: Bavê min di şoreşa Şêx Seîd de jî cengewer bû

Ehmed Xan Zêro Beg: Bavê min di şoreşa Şêx Seîd de jî cengewer bû

Sernûserê Govara Xelatê (Hozan Efrînî) sardana kesayatiya nîştimanperwer (Ehmed Xan) serokê êla Herkiyan kir, ku ew lawê tekoşer û xebatkarê mezin ê kurd rewamşad (Zêro Beg) e.

Di wê barê de, (Ehmed Xan Zêro Begê Herkî) ji malpera Xelatê re aşkire kir ku ewna wek malbata Zêro Begê Herkî gelek serfirazin bi kar û xebat û erkên bavê xwe Zêro Begê Herkî ku herdem di xizmeta doza gelê kurd ê rewa de bûn.

Ehmed Xan, di dirêjahiya axiftina xwe de, zelal kir ku bavê wî "Zêro Beg Herkî" herdem kar ji bo parastina ewlehî û rastiya doza netewî ya kurdî dikir. Yek ji helwest û xebatên wî ew bû ku li her derê Kurdistan şoreş û tekoşîn hebuya ew li wir dibû. Di destpêkê de, ew li gel nemir Şêx Seîdê Pîran bû, piştre li gel nemir Simkoyê Şikak bû, piştre jî li gel nemir pêşewa Qazî Mihemed bû.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Ehmed Xan Zêro Begê Herkî da zanîn ku bavê wî nemir (Zêro Beg)e. Her weha derbarê behsa rol û erkên malbata xwe û bi taybet bavê xwe di avakirin û damezrandina Komara Mehabadê de kir ku bavê wî yê rewanşad tekoşerê navdarê kurd Zêro Beg Herkî û bi hevrêtiya çiqas ji kesayetîyên Başûrê Kurdistana di serdema komara Kurdistanê li Mehabadê berpirsên hikûmî û generalên leşkerî bûne. Her weha zelal kir ku bavê wî rewanşad  (Zêro Begê Herkî) wê demê serpereştyar û berpirsê eniya devera Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê û hin deverên din ku hevsînorin bûye.

Di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bavê wî rewanşad Zêro Begê Herkî ji derçûyê kolêja serbazî ya welatên Sovyeta berê bûye bi pileyê general hatibû destnîşankirin, her weha gelek jêhatî û têghîştî bûye û  nêzîkî pêşewayê nemir Qazî Mihemed bûye û cengewerê şoreşa nemir Şêx Seîdê Pîran jî bûye ku li her devereke Kurdistanê pêwîstî bi alîkarî bûya, ew li wir dibû û erkên xwe cêbicê dikir.

Hêjayî gotinê ye ku Ehmed Xan Zêro Begê Herkî xwedî kesayetiyeke civakî berferehe û di nava civaka Herkiyan de û ên din li her deverê Kurdistanê tê pejirandin û cihê serfiraziyê ye. Ji ber ku ew rêça bavê xwe yê rewanşad Zêro Begê dişopîne û pêda diçe . Kesekî hêmin û serwext e, gelek bi aramî û hêminî axiftinên xwe dike û pir ji xwe bawer û li ser xwe ye û niha lawê wî yê biçûk (Serhed) wek parêzerekî serkeftî di rêça bavpîrê xwe de diçe û erkên netewî li stuyê xwe digre û li ser rêça rewan şad serok Mam Celal dirêjpêder in.

XELAT