ROJAVA- Sedema Şerê HSD û Sûriyê li Dêrazorê

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê (Fethula Huseynî), roja yekşemê 14//092025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de sedemên şerê di navbera hêzên HSDê û hikûmeta vegûhêz ya Şamê de li Dêrazorê û deverên din ên bakûr û rojhilatê Sûriyê hat gotûbêj kirin di vê derbarê de Fethula Huseynî diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed Şerih şikestin xwariye û nekariya aramî û îstiqrarê li Sûriyê dabîn bike berovajî wê pirsgirêkên mezin bi xwe re aniye.

Fethula Huseynî da zanîn ku, gelê Kurd li Sûriyê neteweya herî kevne û divê ev maf di destûra Sûriyê de were misoger kirin û Sûriyeyeke ferehreng û pirreng û nanevendî bê avakirin.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

 XELAT