Samî Şehîd Xalid Efrînî: Bavê min ji Efrînê tevlî şoreşa nû ya YNK`ê bû

Mijara vê xelekê ya Bernama Xelata Kurmanca ya di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin li ser 21/11 Roja Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bûye, bi mêvandariya rêzdar Samî kurê şehîdê YNK`ê Xalid Xelîl Efrînî ku ji bajarê Hewlêrê beşdarî bernameyê bû.

Samî kurê Şehîd Xalid Xelîl Efrînî diyar kir ku, bavê wî di sala 1977`an de li gel du hevalên xwe yên dinê ku endamên Partiya Sosyalîst ya Kurd li Sûriyê bûn piştî ku agirê şoreşa nû bi serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di bin serkirdayetiya Serok Mam Celal Talebanî pê dikeve biryarê didin ku tevlî rêzên YNK`ê bibin û berê xwe dan çiyayên başûrê Kurdistanê.

Rêzdar Samî Xalid eşkere jî kir ku, bavê xwe şehîd Xalid li karesata Hekarî de li bakûrê Kurdistanê li gel hêjmarek serkirde û pêşmergeyên YNK`ê şehîd bûn û amaje bi wê yekê jî kir ku serkirdeyên kevin yên YNK`ê bavê wî nasdikin.

 

XELAT