Xelata Kurmanca- Roja Azadiya Rojnamegeriyê

Ekademîkarê kurd yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Welîd Şêxo ragihand ku, karê rojnamevan û ya ragihandinê ewe ku karê rojane çi rûdan yan bûyerên ku çêdibin di berjewendiya herêmê ya desthilata heyî ya gel de biguhêze.

Dr. Welîd Şêxo, amaje bi wê yekê jî kir ku, piraniya rojnamevanan di navbera karê propaganda û karê rojnamevaniyê ji hev dernaxin.

Ekademîkar Dr. Welîd Şêxo ku xelkê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye ji Almanyayê bû mêvanê Bernama (Xelata Kurmanca) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin li ser azadiya rojnamegeriyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi gişît hate gotûbêj kirin.

Dr. Welîd Şêxo da zanîn ku, di raporta Neteweyên Yekbûyî de ku her sal di 3/5/2024`an diweşîne hatiye ku, Sûriye di pileya 179`e  ji giştî 180 welatî de ye. eve jî tê wateya ku azadiya rojnamegeriyê li wî welatî di asta herî nizim de ye.

 

XELAT