Şêwirmendê Serokê Amerîka yê berê mîvanê ROJAVA ye
Dr. Rîfa`î Hemo, Şêwirmendê Barak Obama Serokê Amerîka yê berê, mîvanê geşta Rojava ya roja yekşemê 29/6/2025 bû ku bi xwe xelkê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Amerîkayê dijî.
Di vê hevdîtinê Dr. Rîfa`î Hemo bal kişand ser rola Amerîka di pêşveçûna li Sûriyê û her weha rola gelê kurd di pêşeroja wî welatî de. Di heman demê de Dr. Rifa`î Hemû tekez li wê yekê kir ku divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Amerîkayê re xurt bike û berjewendiyên hevdû biparêzin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
