DIBÊJIN DIL KEVIRIM
Helbestvan: Seyrana Celad
Dibêjne min dil kevirî,
Bê vîn pir zû tê vemirî,
Rengê cîhan baş binhêre,
Binirxîne cerg nehêre.
Kê dizane? te bi evîn,
Qesra dil kir germa havîn,
Heland bûza cemeda sar,
Çûrisî tav şemdana nar.
Hestên nazik kemîn, fesal,
Dixulxulin çend dem û sal,
Gulveda jîn ça gulistan,
Bû sebebê lîr helbestan.
Çevên te yî zer, zeytûnî,
Lêvên kaxêt efletûnî,
Firandin min hiş û sawda,
Sero bin kir emir tevda.
Teyrê bazî didî perwaz,
Ber bi min wer bi xweş awaz,
Vêsîn agrê dilê bengî,
Biçîn tovên hezar rengî.
Xortê tîtan kawî kubar,
Mohbeta te bûye xubar,
Radke ruh da toz û dûman,
Bide hinek hêvî guman.
Ro, şemalî mîna findî,
Mîrê gîyan zîbar cindî,
Her tek tu yî ji bo Seyran,
Destpêk-dawî ez bi heyran.
Dişxule gurr çira zeytê,
Zîz tê dengê qewl û beytê.
XELAT