Ji bo hejaran...Li Amedê 3'emîn şaxa Xwaringeha Gel hat vekirin

Ji bo hejaran...Li Amedê 3'emîn şaxa Xwaringeha Gel hat vekirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê a Bakûrê Kurdistanê şaxa 3`emîn a Xwaringeha Gel hat vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de li gorî feraseta şaredariya civakî kêm bike, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer ji welatiyan re dabîn bike, hejmara Xwaringehên Gel ên ku ava kiriye kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya ku di 29'ê Tebaxê de li Taxa Kooperatifler a navçeya Yenîşehîrê li Kolana Hunerê Xwaringeha Gel vekir, li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Baglarê şaxa duyemîn a xwaringehê vekir û şaxa sêyemîn jî li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê xist ber xizmeta gel.

Di merasîma vekirina Xwaringeha Gel de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û welatî amade bûn, welatiyan bi def û zirneyan dîlan gerand, wêneyên rengîn anîn pê.

Xwaringeha Gel ji bilî rojên yekşemê her roj vekirî ye. Xwaringeha ku tê armanckirin ku bi taybetî ji aliyê welatiyên kêm-dahat û xwendekaran ve were bikaranîn, rojane bi kapasîteya 1000 kesî hatiye çêkirin.

XELAT