Bi Wêne.. Bajarê Dîrokî `DARA` li herêma Mêrdînê

Bi Wêne.. Bajarê Dîrokî `DARA`  li herêma Mêrdînê

Dara, Dare an jî Darê, di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye, 30 km li başûrê rojavayê bajarê Mêrdînê ya bakûrê Kurdistanê ye, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin.

Li gorî Wîkîpediya, Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7'an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15'an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15'an jî bajar dikeve destê osmaniyan.

Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav xirbeyan de tê dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye. Cihê ku jê re dibêjin "Zindan" ji aliyê Dariyûş ve hatibû çêkirin.

Tê gotin ku Dara demekê bûye paxtexta persan jî. Dara di dema Roma û Bîzansê de di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de bûye bajarekî stratejîk. Piştre ango piştî mîladê di navbera desthilatdariya Pers û Romayê de pir caran diçe û tê. Dîsa dikeve bin desthilatdariya sasanî, part û Tîgranên mezin. Di serdema 15’em de dikeve bin desthilatdariya osmaniyan.

Dara ji çar taxan pêk tê. Ev tax, taxa Haciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Fileha ne. Dema ku mirov van taxan ango li navenda Darayê digere şopên dîroka çar hezar salan dibîne.

Foto: Nîzamedîn Pirinccîoglu

XELAT/ Wîkîpediya