Şandeke mêvan ji Duhokê serdana Xelatê kirin
Şandek ji xelkê me yê Duhokê îro duşeme 7/7/2025 li navenda borda ragihandinê li bajarê Silêmaniyê serdana kovara Xelatê ya kurmancî kirin.
Şanda mêvan pêkhatibûn ji her yek ji rojnamevana dêrîn (Olîn Hesen) û rêzdar (Şêxmûs Mihemed Elî) ku ji aliyê sernivîserê Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawûd Çîçek û pêşkêşkar û rojnamevan Roşîn Serêkanî ve hatin pêşwazî kirin.
Di wê hevdîtinê de behsa kar û xebatên Xelatê hate kirin ku xizmeta çand û huner û zimanê kurmancan dike û giringî dide xebatên çandî û kulturî yê hemû kurmancan.
XELAT
