Şingalî Hê Awarene!!
Nivîs: Ezîz Şemo Elyas

Piştî borîna nêzîkî deh salan ji fermana tîrorstêt (DAIŞ) bi serê Êzidyan înay li 3`yê Tebaxa sala 2014، bi taybet hawlatiyêt sivîl xelkê Şingal û dewruber ne jiber çû tinê، çunke nasname êzdî û bîr û bawerêt êzdiyatî bûnê، bi mxabinî hê xelkê me li kempan awarene، hê behra bitir ji gund û komelgehêt Şingal ji paşmawêt mîn û teqemeniyan ne hatîne paqij kirin، hê rewşa jiyaneke normel û surştî bo xelkê nehatiye desteberkirin، dever b giştî ji bê xizmetguzariyê dinalit، hawilatî li Şingal û dewruber di rewşeke hincî bêjî xirab dane، digel hindê jî rastîyek heye divê em amajê pê bideyin û dan pê binêyn ew jî her xelkê Şingalê qurbanî niha û berê û mixabin dibe li paşeroj، her ewe erkê avedanî û parastina Şingal li stoyî daye، her ewe dikare gund û komelgehêt xo avedan ket û bibit xweyê wan، raste xelkê wir û devera wan di rewşeke xirab dane û pêtivî destê harîkariyê ne، pêtivî piştevanî û xizmetguzariya ne، bi taybet xizmetguzaryêt fer yêt jiyanê mîna av û kareb û saxlemyê û rêge û ban û xwêndgehan û htd..
Rewş xirabe raste، belê pa pirs îro ewe gelo bi mana wan li xîvetgehan û li awareyê dê rewşa wan bê çareser kirin.?
Nexêr.. Kurmanc dibêjn kes hincî xudanî hest bi êş û azara xo naket û destê xudanî dizanit kêdera xueyî dixurêt، fere qazanc bê wergrtin ji serbora hawilatiyêt Êzidî xelkê Başîk û Bihzanê، helbet ew jî awarebûn mîna xelkê Şingal belê pa digel rojêt êkê ji rizgarkirina deverêt wan، li pêşiyê wan cihêt pîroz (mezar û qubêt) babçak û xasêt xo avakirin bi harîkariya xêrxwazêt Êzidiyan û bi emkanatêt xomalî yêt kêm û paşî jî hemû vegeran cih û warêt bav û kala û supas bo xudê devera wan bitir ji salanêt berî awarebûnî niha avedane û rewşa wan bi gelekê baştire، lewra li hêre ezê dûbare bêjim vegerana we (xelkê Şingal) bo gund û komelgehêt we li Şingal û dewruber erkek ayînî pîroze her divê bê encamdan û çend roj zûtir be baştire bo we û êzdiyatiya we، helbet hun qehreman û xo ragirin، we bi bawera xo ya polayîn hêz û tank û zrîpoşêt çete û çekdarêt tîrorîstêt (DAIŞ) têkşikandin û xewna dewleta wan ji navbir، we bi qurbanî dana xo pîlanêt dujmin û neyaran bin gor kirin، hun hejî jiyanek azad û serferaz in.
* Ezîz Şemo Elyas: Birêveberê Nûsîngeha Karûbarê Êzidiyan
XELAT
