Jînenigariya Dr. phil. Husên Hebeş

Jînenigariya Dr. phil. Husên Hebeş

Nivîs: Dr. phil. Husên Hebeş

Kurtejînenigarî

Husên Hebeş li Rojavayê Kurdistan, li gundê Çeqmaqa Biçûk, navçeya Efrînê hatiye dunyayê. Xwandên xwe yên seretayî li gundan, li bajarok Reco, ya navendî li Efrînê (1960 -1963) ya amadeyî li Helebê, dar Elm’mulîmîn (1963 – 1967) li Sûryayê temamkirine. Mamoste li gundê Elhulwaniyê, navçeya Cerablusê ta 24 nîsana 1968, berpirsên emniyeta sûrî wî ji kar derdixin, ew bixemgînî vedigerê nav malbeta xwe li gund. Rajeya leşkeriyê ji 8.7.1968 ta ta 1ê gulana 1972. 5ê cotmeha 1972 Buraqa wî -balafira fîrma Malêv a hingarî- wî Mî’iracefirokxaneya Şêremetovo, li Mosko peyadike. Ji wê demê de xwandina zanîngehî li Voronêjê û paşê li zanîngha Lomonosov ya hukumî destpêdike. Sala 1978 wergirtna master di têlêvizyon û radyoyê de, sala 1979 dibe xwandevanê doktora, her ew sala jî sala evîndariyê û jinanînê bû li Lênîngiradê, bi dewateke sêrojî li gor adeta kurdî. Di 1983 tîtêla Doktor Dr. (ph.D) di fîlosofiya zanistên fîlologiyê de li Mosko bidestxist.  Ji destêka 1984 de ew tev malbata xwe li Elmaniya, li Bonnê dijî.

Hênbûna zimanê elmanî, çalakiyên rewşenbîrî ji wê demê de û ta niha berdewam in. Li wir qonaxeke nû erênî di jiyana nivîsevan de destpêdike, ew di welatekî serbest de dijî, kes jê napirse û nabêje, çima tu bi kurdî dinivisî û dixwînî, yan jî mera nivîsên xwe di qulên dîwaran de venaşêre.

Ewê spasdarê Elmaniya ye, ku rêya jiyîneke bextewar li pîşa wî û malbetê; hevjîna wî Dr. Gêlas, pispora nexwaşiyên derûnî ye, kurê wî Hogir – master di informatikê de li zanîngeha Bonnê wergirtiye û keça wî Viyan – pispora derûnî ya zarokan e-.

Husên Hebeş bavpîrê du keçnevî û du kurneviya ye. Ew jî bexteweriyeke taserî ye di jiyana wî  de. Bextewewriya tevî mrzin ji nivîsevan re ew e, ku yekîtiya Kurdistanê di malbata wî de berpabûye; ew Rojavayê Kurdistanê ye, hevjîna wî  ji Başûr e, bûka wî ji Bakûr e û zavayê wî ji Rojhilat e. Ev yeka jî mînayeke zekê di dîroka Kurdistanê de.

Helbestvan biheyhêrî têkelî jiyana çanadî li Elmaniya û li dervayî wê dibe. Ew pişkdariya fêstîvaline navnetewî ya helbestvaniyê dibe.

Ji sala 2000 de dibe mamosteyê zimanê kurdî li dibistanên Bonnê. Bi pêşxerî û xebata wî ya du salan zimanê kurdî tê pejirandin ji zaroyên kurd re, ji pola yekê û ta diheyê, eger dêbavên wan razîbibin ew kurdî bixwînin. Ev jî destketineke dîrokî ye ji kurdan re. Ji sêmêstera havînî 2008 ta ya 2010 waneyên kurdî li zanîngeha Bonnê dan xwandevanan.

Nîzîka deh salan jî kursa zimanê kurdî li Bildungswewrk vekir ji kurd û biyaniyan re li Bonnê û demekê li FHa Triosdorfê jî.

Wergervan Husên Hebeş ji zimanên Avesta, elmanî, erebî, farsî, îngilîzî, Parthî û rûsî werdigerîne kudî.

Di tebaxa 2017 de û ta niha ew „Helbesta Hefteyê“ werdigerîne kurdî. Helbestine H. Hebeş bi 32 zimanan hatine wergerandin.

Beşdarî di Fêstîvalên Helbestvaniyê de

  • Sala 1996 ew vexwandî „Struga Poetry Evning 96” kirin, lê nikanî tê de beşdarbibe, wê nikanî bîlêta balafirê bikiriya.
  • International Istanbul poetry Festiva 2010. Merca beşdariya wî ew bû, eger rê bidin ew bi kurdî berhemên xwe bixwîne, ewê bê. Berpirsan jî erêkirin.
  • International Istanbul Beyoglu Poetry Festival Şiiristanbul, 2011
  • “Mihai Eminescu” International Poety Festival 2017
  • Pişkdarî wek mêvan di “vekirina dawya Fêstîvala 10ê ya Helbestvaniya Navneteweyî “Эмигантская Лира” li bajarê Lîje, Belcîka di 18.8.2018 de
  • Festival Internationale di Poesia de la casa della Poesia di Como 2020, Italien bi (On-line) bi hoya Korona
  • Beşşdarî di pirojeya THE CHARM OF URBAN LANDSCAPE (CADOYA DÎMENA BAJÊRÎ) li Îtaliya 2022
  • Wek zimanzan pişkdariya Konferansa Lêgerînên Îranî, Societas Irannologica European, “Eight European Conference of Iranian Studies” St. Peterburg, Russia, 2015, dike

Husên Hebeş Medaliya Mihai Eminescu (Romaniya) sala 2017

Medaliya Cross-Cultural Communications 50th Anniversary Award 1971- 2020 (USA) sala 2020 wergirtin.

Endametî

Sê salan (1993-1996) serokê PENa Kurd bû

Endamê nivîsevan û hunermendê cîhanî (Ohio USA) bû

Endamê Yekitiya Nivîskarên Elmanî (VS) bû

Niha ne endam e di wan rêxistinan de. (1.11.2022)

Berhemên çapkirî

  1. Stirana êş û hêviyê. Filmekî belgeyî, bi rûsî, 1977
  2. Sê roj li Elmaniya Fêdêral. Fîlmekî belgeyî, bi rûsî, 1978 (Fîlmê dîplomê)
  3. Birîna Çiya, helbest, Düsseldorf 1978
  4. Rola kovara Hawarê di pêşdabirina çanda kurdî de. Lêgerîna doktora bi rûsî, Moskova 1983. Werger û lêzedekirana wê bo kurdî di salên 1996 Bonn, 1999 Sûriyê (bi nihênî) çapbûye. Çapa sisiyê sala 2019, belavgeha Serser, 2019, çapa internetê di malpera: www.drhabasch.wordpress.com, li ser daxwaza pir xwandevan û pisporan, sala 2022
  5. Helbestên bijarte, Mîxayîl Lêrmontov, Bexda 1983 (Ew bi bernavê Dr. Husên Rehber Rêzan belavbûye)
  6. Çend stiranên Folklorî, Bexda 1987 (Ew bi bernavê Dr. Husên Rehber Rêzan belavbûye)
  7. Rojnamevanî di rajeya monopolyan de. Wergerandin ji rûsî bo erebî, Dar Elfarabi, Beyrût 1986.
  8. Li wir lêvên keviran çîkdidin, helbest, belavgeha Hogir Bonn 1994. Wergera wê ya elmanî „Dort funkeln die Lippen der Steine“ Avlos, Bonn 1994
  9. Darên behîvê berên xwe dişewitînin, helbest, belavgeha Hogir Bonn 1998. Wergera wê ya elmanî „Die Mandelbäume verbrennen ihre Früchte“ Avlos, Sankt – Augustin 1998
  10. 90salaiya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo. Amadekirin, wergerandin li gel Tosinê Reşîd. Belavgeha Hogir, Bonn 2000
  11. Dastanin ji helbestvaniya gelêrî kurdî. Belavgeha Hogir, Bonn 2001
  12. Haynrîş Haynê (Heinrich Heine) helbestên bijarte. Wergerandin ji elmanî bo kurdî û belavkirina wê li gel minhoyên elmanî. Belavgeha Hogir, Bonn 2001
  13. Ronahiyê Birîn meke, Verletze das Licht nicht helbest, bi kurdî û elmanî belavbûye. Belavgeha Hogir, Bonn 2005
  14. Rêbera sêzimanî (kurdî, înglîzî, hingarî), wergera kurdî, Toro Kaido, Zalaegerszg, Hungary 2005
  15. Ebdela Peşêw, hilbijartin ji hemû dîwanan, ferhengdayîn û minhonivîs bi kurmanciya latînî. Elka, Istanbûl 2006
  16. Nivîs li ser rûyê demê, Schreiben auf dem Gesicht der zeit bi kurdî û elmanî, Free Pen Verlag, Bonn, 2013
  17. Gelebte Mehrsprachigkeit: Zungenbrecher, Lieder, Kinder- und Abzählreime, Bewegungsspiele, Sprachstark Kurdisch. (pirtûkeke dibistananî ye li NRW bi kurdî û elmanî li gel kasêtê bona mamosteyên elman, ewên zarokên kurd di polê wan de dixwînin, ta şagirtên elman jî hînî kurdî bibin). Bezirksregierung Köln, 2014
  18. Redektoriya Lekolîna Zaza ya Prof. Qamatê Kurdo li gel Prof. Zera Zusif, Hogir Verlag, Bonn, 2016
  19. Rûyên Demê, Лица Времени, helbestên bijarte, wergera rûsî li gel A. Gosên-Gîsbrext, СПб.: Искусство России 2017
  20. Efrîn û canberê bi mirov hatiye navandin, Afrin und das Lebewesen, das Mensch genannt wurde, kurdî – elmanî, Hogir Verlag, Bonn 2018

21 Efrîn û canberê bi mirov hatiye navandin, Afrin and the Creature that used to be called Human Being, kurdî – îngilîzî, Hogir Verlag & Cross-Cultural Communications, Bonn, New York, 2019

  1. Amadekirin û wergerandina berevoka “Qanatê Kurdo, jiyan û helwest (Lêkolîn û Bîranînên 90salî û 100saliyê) li gel Tosinê Reşîd, belavgeha Sersera Berlin 2019
  2. Ji helbestvaniya cihanî 1 Helbesta hefteyê Îthaka, Efrîn di helbestvaniyê de, berhemine kurdî. Werger ji elmanî, îngilîzî, rûsî û erebî, Hogirir Verlag Bonn 2020

Di van salan dirêj de pir lêkolîn û bend di rojname û kovarên kurdî de li Kurdistanê û li Ewropa hatine belavkirin. Dem niha ne arîkar e, ku ew li vir bêne nimakirin. Hin hevpeyvînên giring jî bi nivesevan re hatine kirin, ew di çapemeniyên kurdî de hatine belavkirin.

Berhemên belavnebûyî

  • Cebelî, an Cembelî, folkolr
  • Çêrokine folklorî
  • Gotinên di bin navê re bi kurdî û elmanî, folklor
  • Rojmêrên Helebce
  • Wegera têkstên Manî ji zimanê Parthî (werger temambûye, lê divê hîn li gel berpirsên Ekademaiya Elmanî ya Zanistî bê axaftin bona rêdana çakirinê). Zimanê Parthî zimanê navendî yê kurdî tê hijmartin.

Karên hîn temam nebûne

  • Wegera Gathayên Zerdoşt ji zimanê Avesta
  • Ferhenga Hogir a kurdî- kurdî
  • Ferhenga jikuhatina peyvên kurdî (Etmologie)
  • Bêjeyên mîdî (529) peyv di lêgerîna Walter Hinz de. Ev peyvina sermiyanekî zêrînî ne ji zimanê kurdî re. Zimanê mîdî zimanê kevin yê kurdî tê hijmartin
  • Ji sala 1973an de û ta niha ew rojmêrên xwe dinivîse, lê mixabin rojmêrên 10 salan li Mosko û li gel hin kutêban hindabûn. Ew ziyaneke pir mezin e ji nivîsevan re.

Bonn, 5.5.2023

XELAT