Bi Mam Celal re, xewn û xemek

Bi Mam Celal re, xewn û xemek

Nivîs: Îmad Ehmed

Geliyê Xwakurkê li devera Bradost a bajarokê Sîdekanê ye, nêzîkî sêgoşeya sînorî ya navbera (Êraq-Îran û Tirkiyê) ye û ji rêzeçiyayan û lûtkeyên bilind pêk tê. li gundê (Bine) dest pê dike heta gundê (Xizne) nêzîkî sêgoşeya sînorî, di ware erdnîgarî, ew deverek çiyayî bû ku ji bo çalakiyên Pêşmergeyan guncaw bû. Destana Xwakurkê di payîza 1988an de, ku hejmareke mezin ji Pêşmergeyên Eniya Kurdistanê têde beşdar bûn, zêdetirî mehekê dom kir û artêşa dagirker a Baasê têk çû. Birêz Mesûd Barzanî bi xwe şer birêve dibir.

Ew dever xwedî bedewiyeke xwezayî ya degmene, di havînê de ew bihuştek li ser erdê ye, çiya û geliyên tijî dare, av û hewaya paqij û zelal e. Di zivistanê de, berf, qeşa, dijwar û bê hatin û çûne.

Baregeha serkirdayetiya Partiya Komunîst a Êraqê li binê çiyê li aliyê çepê yê Geliyê Xwakurkê li nêzîkî Jerciyan bû. Tevî zehmetiyên jiyana li gorî çêj û bernameyên xwe, wan ji xwe re bihuştek dinyayî ava kiribû. Di wê demê de, ew û em Marksîst dixwestin bihuştek li ser erdê biafirînin, berevajî tevgerên din. Îxwan El-Muslîmîn û tevgerên Îslamî yên Şîe û Sunî dixwestin bihuştê li wê dinyayê bibînin!

Di wan serdeman de, me çend caran ji bo civînan serdana serokatiya Partiya Komunîst a Êraqê kir. Di quntara çiyê de baregeha (Ebû Tara) hebû, ku berpirsiyarê mêvandarî û organîzekirina civînan bû, li wir cara yekem çavê min bi (Ebû Hikmet - Yûsif Hana Yûsif) û dîya wî (Bahar) û Ebû Farûq -Omer Elî Şêx) û (Ebû Şehab -Rehîm E`cîne) ket, yad û bîreweriyên wan bixêr be.

Ax, ez çiqas ji wan fêrî jiyana dinyayî û reftarên wan ên mirovî ên hêja bûm, me roj û şevên xwe bi dengê avê, bayê, pelên darên beruyê, livîna sivureyan û xwendina çûkan û teyrikan şiyar dibûn.

Bavê Tara (Îbrahîm Sofî Mehmûd) mirovekî wêrek, gotin xweş, xweşcivak û zana şarazayê deverê bû, rengê wî yê genimî û bejn û bala wî ya bilind û mil pan û xwediyê zendên stûr bû.

Ew demek dirêj bi Partiya Demokrat a Îranê bû, bi rizamendiya serokatiya Partiya Komunîst a Êraqê alîkarî û hevkarî dikir, heta wê astê ku ew bû yek ji fermandarên leşkerî yên payebilind ên wê partiyê. Lingê wî yê rastê bi fîşekê hatibû birîndar kirin, ew nikaribû bimeşe û dikûlî, û dema ku ew rûdinişt ew nikaribû lingê xwe bitewîne û dirêj dikir.

Di havîna sala 1986an de, dema ku em di bin kepra wî rûniştibûn, pirsek hat bîra min û min xwest bersiva wê ji ew serkirdeyê şareza û xwedî ezmûn û baldar bizanim, çûnkî ez bi dîdara Dr. Ebdulrehman Qasimlo şad nebûm û nebû nesîb, min xwest bizanim ka cudahiya di navbera Mam Celal Talebanî û Ebdulrehman Qasimlo de çi ye?

Wî bi zimanê xwe yê şîrîn gotî: "Hevalo, ev her du zilam du rêberên mezin, bi şiyan, jêhatî û zîrek ên Kurd in. Ew xwedî rewşenbîrî û pir ezmûn in, lê cudahîyên wan hene." Got jî: Mam Celal di siyasetkirinê de taktîk û stratejiyên xwe eşkere ne, meriv zû jê têdighê û meriv dizane çi dixwaze?. Lê belê berevajî wê, demek pêwîste ku meriv bizane Qasimlo çi dike û çi dixwaze.

Mixabin, Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989an de li Viyanayê bi destê xedrê hat şehîd kirin, dîsanê Dr. Sadiq Şerefkendî di 11ê Îlonê de li Berlînê hat şehîd kirin. Bi wê boneyê, min nameyek ji her du rêberan re nivîsand û di rojnameya Alaya Azadi de weşand.

Di van şevan de min xewnek dît, Mam Celal li baxçeyê Qelaçiwalanê di bin dareke mezin de, di nav gul û kulîlkan de ye, çaket û pantolekî şîn û kirasek spî, qerefateke sor li xwe kiribû û pêlavek reş ên bê qeytan li ber kiribûn, li ser kursiyeke xeyzeranê rûniştibû û herdu destên wî li her du aliyên kursiyê bûn.

Bi livîna pel û şaxên daran re, tîrêjên rojê carinan li saet û gustîlka di tiliya destê wî yê çepê diketin, û carinan jî destê xwe yê rastê û tiliyên xwe li ser piyanoya pore xwe yê birincî datîna, ez jî di hizûra wî de rawestiyabûm, daxwaza kursiyekê ji bo mion kir û ez li kêleka wî rûniştim. Bi bê taqetî û bêzarî ji min re got: "Îmad, çima hûn vê rewşa herêmê çareser nakin? ev rewş ji serdema Enfalê, kîmyabarana Helebçeyê, reva komî û şerê navxweyî ne girantir û ne jî dijwartir e. min jî got: Mam Celal xem nexe em hewlên cidî didin ji bo çareserkirinê.

Ji nişkê ve ji xewê şiyar bûm û ji ew dîdara sofîtî ya wekî derwêşekî û Mam Celal wek şêxekî bê par mam. Heman rojê, beriya ku ez biçim ser karê xwe, min serdana mezarê Mam ya li Dabaşanê kir û li ser gora wî Fatîheyek xwend. Hemû bîranînên wî wekî birûskê di hişê min re derbas bûn.

Min xewna xwe ji kak Dilêr Seyid Mecîd re behs kir, û wî jî bi rûkenî gote min: Înşallah xewna te dê were cî.

Xwakurk- Îmad Ehmed digel hêjmarek Pêşmerege

Xwakurk- Îmad Ehmed digel hêjmarek Pêşmerege

Ji Soranî: Dawûd Çîçek

XELAT/ Kurdistanî Nwê