Civîna Ȇzdiyan ya bajarê Bîlîfêldê û heykelê bîranînê

Civîna Ȇzdiyan ya bajarê Bîlîfêldê û heykelê bîranînê

Nivîskar: Eskerê Boyîk

 

Min ra gotin ku 11 sibatê li bajarê Bîlîfêldê civîna Ȇzdiyan e.  Gotin dewleta Alman alîkaryê dide vê civaka welatê xwe ku heykelê bîranîna cangoriyên gênosîda (Komkujiya) Șengalê welatê wan da ava bikin. Ev be‘s ji min ra wek mizgînyeke ciyê kêfxweșiyê, șêkirandinê û serbilindayê bû. Dîroka hezaran sala da, civak û dewleta ewlin e ku êșa Ȇzdiyan, neheqya li êzdiyan hatiye kirin nêzîkî rehma dilê xwe dinirxîne û piștgiryê dide wê civaka bi dewr-zemanan pelçiqandî. Ez jî bi hizkirin rabûm çûme civînê, û fikirîm eger rê min ra hebe ez jî razîbûna xwe ya bê hed-hesab elamî vî welatî, vî miletî bikim.

Rêya berbi Bîlîfêldê da difikirîm: „Gere Ȇzdî tucar vê dilrehmya gelê Alman bîr nekin:

- 50-60 sal berê Almanyayê derê xwe, li ber Ȇzdiyên Bakûr yen welatê wan da zêrandî, pelçiqandî ra vekir, welatê xwe da heqê rûniștandinê û alîkarya jiyana bi rûmet da wan,

-Roja Komkujiya Șengalê, ya ewlin da, Almaniya dewleta  here ewlin bû tagirî û piștgirya Ȇzdiyan kir, ew zulm û komkujî șermezar kir. Ji bo  ziyankêșê komkujiyê  alîkarya here mezin jî Almaniyayê çû.

- Dewleta Almanyayê komkujya dijî Ȇzdiyan parlamênta xwe da bi asta here bilind pejirand û bi fermî hazirya xwe elam kir bo avakirna Șengala wêrankirî.

 -Niha jî, alîkarê dide ji bo li ser erdê xwe çêkirina Heykelê bîranînê…

Kal bavê me tim gotine xêrxwez rojên teg da têne xanê… Em jî gotî, eger destê me nayê bi qenciyê bin qenciyê derên, hema bi dil û hizkirin van kirinên mezin bișêkirînin.

***

Em hew gihîștine ciyê civînê, salona Komelê tije bû. Tevlihevî bû, qerebalix bû. Kesî pêșinyaza hatya ne dikir. Cîkî vala herî dewyê li ber dêrî mabû, ez ji xwera ser wî kursî rûniștim.

Kêfa min hat ku ewqas êzdî li çîkî, li cem hev civya bûn: yê Bakûr, Bașûr, Rojava, Rûsyayê, Ȇzdiyên bi nêhêrînên cuda… Ew jî ji min ra ciyê șabûnê bû. Fikirîm:

„Wusane tifaq û yekîtiya wan çê dibe“.

Qerebalix zêde bû.

Komîtêya amadekar bi rêvabirya  Dr.Têmûr Hasanyan civîn derbas dikirin.

Di nav wê qerebalixê û tevlihevyê da civîn be serketin hate derbaskirin, kêfa min wan ra hat.

Ji pey agahdarya Komîtêya amadekar ra sirêke çendqate ya pir dirêj bo pêșinyaran û axaftinan çê bû, kesî rê nedida kesî. Gișka dixwest biaxivin.

Pêșinyar kêm bûn, axavin bûn. Axaftin jî payê pirê weke hev bûn…dirêj, vala betem… Çima ew nav komîteya amadekar da nînin, çima bêy wan ev civin çê bûye, emin xweyî, çima em navda nînin… ez û ez…

Ez li wur pê hesyam ku Almanyayê da hesabê mal û komelên Ȇzdiyan digihîjî 105 a. Bajar-bajarok hene 2-3 komelê Ȇzdiyan lê hene. Gelo pir nîne?

***

Her evdekî Ȇzdî gerekê rind bizanbe ev qedir û alîkarya dewleta Alman dide civaka meye Ȇzdî, xweyî bi wan derdikeve ew ji esmîn da nayê, ji bo xatirê hinek șexsa nîne, berhemê xebat, ked, emek, helalî, aminaya  Ȇzdiyan e ku eva 50-60 salin bi helalî ser vî erdê pîroz dijîn, dixebitin.

Emekê xebata Mal û komela ne, dostanî, cînarti, hevaltiya malbetan, șexsan, dostanî tev dêr û oldarên wane rehme hûmanîst e.  Nav da emekê vê rewșenbîrya me ya vira, bi xêra vê dewletê çêbûyî jî kêm nîne, ku nava dezgehên dewletê, ewlekariyê, hêzên siyasî, ragîhandinê, komên civakî, xebatên xizmetguhzaryê da emek didin.

***

Min dixwest civînê da hinek pêșinyar bikira: Lê ji bo qerebalix bû, kasî qenc dengê min û dengê hev jî ne dibihîst, ez kin axivîm. Pêșinyarê min evin: -Sipas komîtêya amadekar ra ji bo bi maqûlî û serkeftî derbazkirina civîn ê.

-Mala dewleta Alman ava, ku ewqas qedir daye civaka me ji bo avakirina heykelê bîranînê û ji bo wî karî jî mecalên fînansî bașqe kirye.

- Heykelê biranînê ji bo dewranan tê avakirin, bi navê êzdîtiyê ye. Ku heykelekî layîq, bi hunermendiya bilind û bi matêryalên here baș bê çê kirin gerekê êzdî jî keda xwe bikin nava wan mecalan: ku fînans têrê bikin. Firsendê wa gelê me ra timê çê nabin.

-Koma ku amadekirin û çêkirina Heykel va mijûl bebe, bi texmîna min gelekê pir nîbin, mirovên rewșenbîr, zane, hiqûqnas, hunermend pêșekzanê wî karî bin. Wê baș be hunermendên biyanî yên eyan jî bikșînin nava wî karî.

- Heykelê bîranînê gerekê ji sîmvol û fikirên olî, olperestî, miletçîtî, radîkalî paqij be. Heykel gerekê nebe ciyê civîn û mêrasîmên olî.

-Li ser ciyê danîna heykel jî gotî rind bifikirin.

-Heykel gerekê sîmvola edlayê be,ya biratî, xêrxwezî û dostanya hemû evdên cihanê.

 

16.02.2024

 

XELAT