XEWNA XEMGÎN

XEWNA XEMGÎN

 Helbestvan: Suphîye Bulut

 

Di xewa şêrîn de

Xemgîn bûm bi xewnê re

Di nav gulên cîhanê de

Min dît gulek stûxwar

Kûr dinaliya û hûr digiriya

Pirsîm ji gulê

Ey gula stûxwar

Tu gula kîjan gelî ye?

Nêrî li çavên min

Li dilê min xist tîr

Go ez gula Kurdan

Bihuşta windayî me

Dinya şa dibe bi gulên xwe

Lê gelê min bi hev ketine

Nabihîzin hawara min

Ez nayêm avdan

Nabişkivim û venabim

Bê hezkirin çilmisîm û hişk im

Di nav gulên dinyayê de

Bê xatir û bê rûmet im

Ji ber ku tune ye dewleta min

 

XELAT