DIL
Helbest: Dr. Karîna Osêyan
Dil diricife wek bayê zagrosê
Li ser min dibare berfa krîstalê
Wek gelîyê Zîlanê dike gazina,
Ceger û hinav kiriye tev birîna
Kerr û lalim, bê zer û zimanim,
Mîna Dewrêş û Edûl tengezar im
Kezeb disotin destên neyaran
Hemû xeyal difirîn berb ezmanan
Ez ne bi hemû awayî digirîm
Carina hêstir di dil da vedişêrim
Wek Fêrîkê Usiv dil birîn mame
Wek Şikoyê Hesen bê guman û şêr
Hungûra êvarê de bilûra şîrîn
Dilê xemgîn dide ber dûman
Rojên min bi xem difirin diçin
Çerkezê bêbext tînin bîra min
Roj çû ava, stêra êvarê bû geş,
Tifaqiya milet di dil da nebû xweş
Serwaxt bûm tu car em nabine yek
Û em nabin însan û xweyî dewlet.
Dil dşewite, çawa agrê nevrozê
Ser min dibare berfe zagrozê,
Wek gelîyê Zîlanê min kir gazina,
Ceger û hinav bûye wek birîna.
XELAT