Ba sor e
Helbestvan: Merwan Berekat
Heger hûn birînên min nas bikin, hûn tinazan bi nalîn û hewarên min nakin.
Ba sor e
Kon teng e
Roj zîndan e
Şev xewnereşk e
Dem dîwar e
Destarê êşan li ser sîngê min e
Di navbera dûr û nêzîk de
Hêviyek dikene
Hîn jiyan nemiriye...
Efrîn: 14. 08. 2024
XELAT