Felek: Êşa Rojavayê Kurdistanê di tabloyên min de reng vedaye

Felek: Êşa Rojavayê Kurdistanê di tabloyên min de reng vedaye

Hunermenda nîgarkêşî û şêwekarî (Felek Yûsif) ku ji bajarokê Girkelegê ya ser bi navçeya Dêrîka hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye. Piraniya tabloyên wê li ser êşa xelkê Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî koçber û penaberan in.

Felek Yûsif, derbarê hunera xwe ji rojnameya Kurdistanî Nwê ku li bajarê Silêmaniyê tê çapkirin re ragihand û got: "Nîgarkêşî heza min a ji zarokatiyê ve bûye, ji ber vê yekê min ji zarokatiyê ve dest bi hunera wênekêşiyê û nîgarkêşiyê kir."

Got jî: Min peymangeha Hunerî temam kiriye û niha li ser tabloyan û wêneyên neqişkirî dixebitim. Ez li ser daxwaza xelkê ​​peykerên piçûktir çêdikim ji ber ku daxwazek mezin li ser wan heye û ev yek bûye sedem ku berhemên min baş werin pêşwazîkirin.

Felek Yûsif da zanîn ku; Êş û azarên xelkê Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî koçber û penaberan, di tabloyên min de tê xuyangkirin. Ji ber ku ez rewşa Rojava bi wêne û tabloyan nîşan didim, li Rojavayê Kurdistanê rewşek dijwar heye û alîkariya me nayê kirin. Lê ez hunera xwe bi awayekî cûda û bi piştgiriya malbata xwe pêş dixim.

Di dawiya axaftina xwe Felek eşkere kir û got: Min hejmareke mezin ji tablo û wêne neqiş kirine û çêkirine, ku bala mirovan kişandine. Bi rastî, hunera wênekêşiyê yek ji hunerên herî xweşik e, ew hestên mirovan vedibêje.

XELAT/ Kurdistanî Nwê