Kelûpelên jin û zarokan di gora komî de hatine dîtin

Kelûpelên jin û zarokan di gora komî de hatine dîtin

Materyal û kelûpelên hin qurbaniyên Enfalê, ku piraniya wan zarok in, di gorên komî yên Semawa de hatine dîtin.

Şêwirmenda li Serokatiya Komarê ya Êraqê (Perî Nûrî) ji Kurdsat Newsê re ragihandiye ku, piraniya termên ku di çend rojên borî de di gora komî ya Semawe hatine derxistin jin û zarok in. bi awayekî termên dayîkan hatine rakirin ku zarokên xwe hembêz kirîne dema ku bi zindî hatine binax kirinê.

Perî Nûrî got ku; hejmara giştî ya laşên ku heta niha hatine derxistin gihiştiye (93) rufatan, ku piraniya wan jin û zarok in.

Bi hewlên Xanima Yekem a Êaqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) û hejmarek ji rêxistinên navxwe û navdewletî li çolên Semawa`yê ya parêzgeha Musena ya Êraqê hejmarek gorên bikom hatine dîtin ku termên qurbaniyên Enfalê yên Kurd tê de hene.

Di sala 1988`an bi opersyoneke berfireh bi navê Enfalê, rêjîma baasê ya Êraqê û bi fermana Sedam Husên 180 hezar kurd bi zindî hatine binaxkirin û kuştin.

XELAT