Lêborîna Giştî A Seddam Tenê Ji Bo Serok Mam Celal Derbas Nebû

Lêborîna Giştî A Seddam Tenê Ji Bo Serok Mam Celal Derbas Nebû

Roja 8`ê Îlona 1988`an wate 36 sal beriya niha, Partiya Bees a Êraqê  civiya û lêborîneke giştî ji bo hemû Kurdên Êraqê derxist ji bilî kesekî ku ji vê biryarê bêpar mabû, ew jî rewanşad Serok Mam Celal bû.

Li gor biryarnameya bi sernavê “Lêborîna (Efûya) giştî û berfireh ji bo hemû Kurdên Êraqê” ku di Îlona 1988an de hatiye derxistin, weha têde hatiye: Li gor xala 1`emîn a madeya 42`an ya Destûra Êraqê, Encûmena Şoreşê di civîna xwe ya 8ê Îlonê 1988 de biryar da ku heta 6ê Îlona 1988an de, dê bi wan ve girêdayî be û di her karekî de dê bi lêborîna giştî re were derbas kirin ku yasaya siza jêre hatiye dayîn, heta berî biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê di 6ê Îlona 1988ê de, çi li derve yan jî li hundirê Êraqê bin, ceza tê dayîn, lê bikujê bi enqest û yên dizî kirine li dervayî vê biryarê dimînin.

Di beşeke din a biryarê de hatiye: Her Kurdek ku mehkûm an jî girtî be ber lêborînê dikeve û dosyaya wî tê girtin û serbest tê berdan, ev jî eger li ser dosyayên din ne hatibine mehkûm kirin ku encumena serkirdayetî şoreş di 6 eylolê de 1988 behsa wan nekiribe, her weha ewên ku Tawana kuştinê bi enqest an jî diziyê ku hatibin ceza kirin ji vê biryarê bê par dibin.

Di paragrafa sêyemîn de yê biryarê de jî hatiye: Ev lêborîna giştî tenê (xiyanetkar) Celal Talebanî venagire.

Piştî nêzîkî 17 salan ji derxistina vê biryarê, di 6`ê Nîşana 2005`an Serok Mam Celal, piştî hilbijartina wî ji aliyê Civaka Nîştimanî ya Êraqê ve, posta serokomariya Êraqê bi dest xist, bi wê yekê di dîroka siyasî ya Êraqê de bû yekemîn serokomarê kurd ku wê postê werbigre.
Her weha ew yekem serokkomarê hilbijartiye ji aliyê Encumena Nûneran a Êraqê (Perlemanê) ve, ku piştî avabûna Êraqê di salên pîstan a sedsala borî de, Serok Mam Celal du dewreyan serokomarê Êraqê bû.

Serok Mam Celal Talebanî li Koşka Selam li Bexdadê sala 2006

XELAT/ Jêder: PUKMEDIA