Peyamek ji Hejarê Şamil ji bo Zimanê Kurdî
Nivîskar: Hejarê Şamil
Zimanê Kurdî di nav gel da dimire. Kurdîaxêv salbisal na, rojbiroj kêm dibin.
REWŞ VAHÎM Û KIRÎTÎK E.
Em partî û lîderan tawanbar dikin.
Em rewşenbîr û nerewşenbîran suçdar dikin.
Em tirk û ereb û eceman gunekar dikin.
EM TENÊ XWE GUNEKAR NABÎNIN!
Bi rastî gunekar em bi xwe nin.
Divê her kes ji xwe dest pê bike!
Behaneyên me zehf in:
- Ez nikarim fikrên xwe bi kurdî îfade bikim (Fêr be! Kî/kê destê te girtiye?!)
- Gelê me bi Kurdî nexwîne, ji ber vê yekê ez naçar dibînim ku bi tirkî an erebî qise bikim an binivîsim (Xwe xapandin e. Ger tu bi Kurdî neaxivî an nenivîsî, gelê te çawa Kurdî bixwîne û hîn bibe?!)
- Ez bi tirkî pir ‘zanistî’ û ‘akademik’ dinivîsim, bi Kurdî mirov nikare weha xweşik nêrînên xwe bîne ziman (Li van kesan mirov dikare tenê heqaretê bike).
- Ziman giring nîne, herî girîng fikir û raman e (Yên vê dibêjin di nav me da «ajanên asîmîlasyonê» ne.)
Ji xwe dest pê bikin.
Li dora xwe sûcdaran negerin.
#stoptirki
P.S:
Berpirsiyarê vê rewşa nebaş em hemû ne.
Her kes dikare tiştekî bike. Mînak, EM DIKARIN di bin gotarên xwe de hashtag ê #stoptirki deynin û hevalên xwe yên bi tirkî dinivîsin hişyar bikin.
EM DIKARIN zexta civakî / givaşta civakî çêbikin.
EM DIKARIN bersiva hevalên xwe yên tirkîaxêv tenê bi Kurdî bidin.
EM DIKARIN tirkî protesto bikin.
Gelek tişt dikarin bikin!
Pêwîst e dest pê bike, gavan bavêje.
Sibê na, piştî nîvro jî na, hema niha dest pê bike!
XELAT
