Ji dîroknas Biradostê Mîtanî bangek ji bo gelê Kurd
Banga min bo gelê me yê Kurd ê hêja di Sûriyayê tev de.
Ez kurê we dîroknas Biradostê Mîtanî.
Piştî lêkolînên min li ser dîrok û hebûna gelê Kurd di Sûriyayê de.
Bi bawerî û jêder, lêveger û belgeyên dîrokî ,min dît ku ew ji hebûna mirovahiyê ve di Sûriyayê de hene û beşdar in di avakirina şaristanî û bajarvaniya wê de.
Niha ew ne heme di Rojavayê Kurdistanê tenê de hene. Ew ji başûrê Sûriyayê ta bakur ,rojhilat û rojavayê wê de hene. Di hemû bajar û gundewaran de ne û xwediyê roleke mezin in di hebûna wan de.
Mixabin Erebkirinê hiştiye ku bi melyonan ji me Kurdên Sûruyayê zimanê xwe wimda bikin û gelek ji milet û dewletan nizanin ku ew Kurd in. Ew bihtir in ji Kurdên ku bi zimanê xwe taxivin . Eger hijmara van kurdan 4 melyon bin a wan 6 melyon tê hene . Yanî 10 melyon Kurd li Sûriyayê hene. Di nebûna serjimaran de em pêşbînin ku kurd ji wilo bihtir in jî.
Bila em zanibin ku ji me avakerên Sûriyayê bi xurtî hene : Serok,nivîskar ,eşîr,siyasetmetar ,hunermend ,şanoger werzîşvan,rêvebir ,şervan,efser,nojdar ,afrêner ,nûdervan. Wezîr, aborînas, zagonnas , serokên şoreşan , olnas û zaniyar
Lewra hêvî ,bang û hawara min bo me Kurdên di Sûriyayê tevan , nexasim ên ku erebkirina desthilatdarên nejadperest zimanê wan winda kiriye ku kesayeta xwe ya Kurdî biparêzin û îro ji hemû rojan veriztir e.
Ji ber ku em di vê qonaxê de li ber guhertinên nû ne di avakirina Sûriyek nû de û em bi hêvî ne ku mafê hemû netew û pêkhatan tê de hebe. Li ber danîna Destûrekî nû ,hukmraniyek nenavendî ،Rêvebirya Xweser,fidraliyet ,mafê otonomî û wilo avakirina hikûmet ,berleman û hemû saziyan e.
Bang û firyada min : Kurd ji hemû bajarên Sûriyayê li hev bipirsin ,bicivin , hev bigirin û bibin yek helwest û nerîn.Ji me tê xwestin em di kurdiyeta xwe de hişyar bibin.
Bi hestên netewî em Kurdiyeta xwe di rapirsîn û hilbijaryinan de û wilo hêzên xwe YPG,YPJ û HSD û wilo saziyên xwe yên ku (14) sal in bi tekoşînê û qurbaniyan bûne destkeftiyên me di Rojava de em biparêzin.
Lewra em li gor vê dema nû bin û vê delîvê ji destên xwe bernedin.
Biradostê Mîtanî
15-2-2025z.26-11-2636Kurdî
XELAT
