Mîdyaya Kilasîk Cenosîda Helebçeyê Çawa Da Naskirin?

Nivîskar: Karwan Enwer
Heya îro, piraniya me dizanin ku di navbera herdu wênegirê Îranî Ehmedî Natqî û wênegirê Tirk Ramazan Ûztûrk pirsgirêka xwedîderketina li yekemîn wêneya şehîd Omer Xewar didome. Ku gelo kê ji wan yekemîn car ew wêneye kişandiye û belav kiriye.
Ger em vegerin wan rojên tal û ne xweş, em ê bibînin ku wêneyên mîdyaya kilasîk di destpêka mîdyaya wê demê de, bi nûbûn û leza xwe dihatin binavkirin. Ji bo çareserkirina kêşeya yekem di navbera her du wênegiran de, di van salên dawî de, Seyd Ehmedî Natqî, ku mêvanê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê şaxê Silêmaniyê bû, ew hat Helebce û Silêmaniyê û çend semîner ji me re li dar xistin Di semînereke dîrokî de li zanîngeha Silêmaniyê bi hûrgilî behsa hatina tîmên ragihandinê û rûmalkirina kîmyabarana bajarekî kir. Di dîdarê girîng de behsa hatina yekem tîma mîdyayî ya Îranê bo Helebce û yekem bombebarana kîmyayî û xeniqîna wî bajarî kir ku tîmên mîdyayî yên Îranê ligel hêzên çekdar derbasî Helebceyê bûn û ji cîhanê re ragihandin ku bajarek xeniqiye. Bajarek hatiye kîmyabaran kirin. Ev bajare şûnwarê jiyanê têde nemaye û hatiye jinavbirin, ev hawar û fîgana Îranê nehat bihîstin û ji aliyê mîdeyaya Êraqî û yên wek wê ji mîdyaya Erebî jî bi propagandeya şer dihat naskirin.
"Vîdeo û wêneyên ku ji Helebce hatin belavkirin, bes bû ku cîhanê bide bawerkirin ku tiştên ku li ser êrişên kîmyayî yên 8 salên borî hatine gotin, beşek ji propagandaya şer nebûye û divê wek rastî were dîtin."
Ji roja 18ê Adara 1988an ve Îranê bangewazî li hemû mîdyayên cîhanê kir ku serdana Helebce bikin û karesata vî bajarî bigihînin cîhanê.
Di rojên 21, 22 û 23ê Adara 1988an de, çendîn tîmên ragihandinê yên navçeyî û cîhanî hatin deverê û ji bo temamkirina karê wan tîman û wênegiriyê û eşkerekirina rastiyê, bombebaran û şerê navbera her du aliyên (Êraq û Îranê) kêm kirin. Daku karên wan tîman bên temam kirin û rastiyên rûdanan bê aşkira kirin.
Dinyayê çi dît?
Bo yekemîn car li seranserî cîhanê hemû cîhan matmayî ma ku rejîmê bajarek ji bajarên (welatê xwe) bi çekên qedexekirî yên kîmyayî bombebaran kiriye û jin, zarok, kal û pîr bi hev re qir kirin. Mîdyayan mafê xwe wergirt ku çendîn sal bû li ser cenosîda miletê kurd bêdengî hilbijartibûn lê belêdi dawiya adara sala 1988 da, bêdengî hat şikandin, cîhanê dît ku mîdya dikare rastiyan bighîne, û ew heman medya ye ku zêdetirî heşt salan bêdeng mabû!.
Dîmenên vîdyoyê û wêne
Çend vîdeo û bi hezaran wêneyên ku ji Helebce hatin weşandin, bes bûn ku cîhan bi medyaya Îranê û tiştên ku di heyama 8 salên borî de derbarê kîmyabarana kîmyabaran de digotin, ji çarçoveya propagandaya şer bawer bikin û wek rastiyê binirxînin.
Mîdyaya Kurdî li ku bû?
Bi çend radyoyên lokalî (xwecihî) yên ku ji çiyayên Kurdistanê an jî li ser sînor weşan dikirin, ragihandina wan sînordar bû. Nekarî bi ew çendîn xwenîşandanên Kurdan li welatên Ewropî û hawara miletekî bindest li dijî rejîmeke zalim, ne mimkûn bû ku li hember hatina mîdyayên Êraqî û hevkarên wan di medyaya Erebî, welatên Îslamî û medyaya biyanî de raweste.
Hemû daxuyanî û bernameyên televizyonî û radyoyî yên serkirdeyên kurd li derveyî welat wek propaganda şerê li dijî Êraqê dihatin dîtin û piraniya cîhana hevdem wek dost û piştgirê Iraqê dihatin naskirin.
Ji xeynî medyaya Îranê ku piştgirîya medyaya çiyayî ya kurdî dikir, çend dezgehên ragihandinê li welatên wek Sûriye, Lîbya û çend rêxistinên çep ên Felestînî hebûn, Kurdên belengaz li ser vê xakê tu dost nebûn û hawarên medyaya çiyayî ya kurdan tenê digihîşt deverên navxwe yên Kurdistanê û ti sînor ber bi derve derbas nedikirin.
Piştî 16/3/1988 mîdyayê çi kir?
Bi anîna wêneyên Helebçeyê li nav mîdyaya kilasîk a wê demê de (dîtin, bihîstin û xwendin), navê Kurdan û navê Helebçeyê bûn du peyvên bi wate yên cenosîda hemdem.
Li çaraliyê cîhanê û bi taybetî di medyaya dîtbarî de gola bêdengiyê hejand, pêştir nifşekî ne peyva (Kurd) û ne jî ya Helebçe nebihîstibûn!! Ji ber vê yekê ji bo wan nû bû ku miletek di bin qamçiyên sîstemeke dîktator de dijî û bi çekên kîmyewî dihat lêdan. Ji ber vê yekê wêneyên Helebce û Omer Xewar bûne trenda serdemê û bûne handaneke gelek guncaw ji bo dewletan ku peywendiyên xwe bi rejîma berê ya Êraqê re binirxînin.
Mîdyaya wê serdemê û rejîma Êraqê
Ji xemsariya Êraqê û bêşermiya li hemberî cîhanê heta bi darvekirina welatiyê Îngîlîzî yê bi eslê xwe Îranî yê bi navê (Bahzad Bazoft) ji aliyê rejîma Seddam ve, çerxa lîstikê di berjewendiya Kurdan û li dijî Êraqê de guherî. Di destpêkê de Brîtanya cara yekem behsa nerehetî û hovîtiya rejîma Êraqê û zulma li ser gelê Kurd kir, vê yekê deriyek baş ji kurdan re vekir ku bi awayekî vekirî di medyayê de behsa dîroka xwe, Helebce û çekên kîmyewî bikin û ji Êraqê re bê gotin (rejîma zarok kuj).
Bêgoman ev guhertin di berjewendiya kurdan de bû, lê ne ji bo çavê kurdan bû, lê hevkêşeyên siyasî hatin guhertin û dem hatin guhertin. Helebce bû platforma êrîşa li ser rejîma Seddam û derdora wî. Welatên Skandînavyayê (Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiya) Helebce bi vî rengî dan naskirin ku piştgirî, hezkirin û dilovaniya kolanên xwe ji bo Kurdan û Helebçeyê misoger kirin.
Di heman demê de çendîn rêxistinên mirovî û jîngehparêz ên cîhanê behsa vê trajediya neteweyekî bi navê Kurd kirin. Piştî vê serdemê Kurdayetî roj bi roj zêdetir dihat naskirin û Helebçe bi rêya mîdyaya kilasîk a wê demê ji bo neteweya Kurd a cenosîdbûyî bû nasnameyeke zindî.
Lewma Kurd, Helebçe û Helebceyî hemû deyndarê mîdyaya kilasîkin ku deng û rengê neteweya me gîhande cîhanê û ew helmete bûye destpêka çepka raperînê û jinavbirina desthilata rêjîma Sedam li kurdistanê û Helebçe jî bû bûka Azadiyê .
***Wêneyê ku mezlumiyeta kurdan û hovîtiya Baasê bi cîhanê da naskirin
*Krewan Enwer
* Sekreterê Şaxa Silêmaniyê
Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê
XELAT/ Kurdistanî Nwê