HELBESTÊN KILASÎK Û YÊN SERBEST Û AZA

HELBESTÊN KILASÎK Û YÊN SERBEST Û AZA

 Helbestvan û Nivîskar: Seyrana Celad

 

Em çawa zanin netewa me kurd helestên kilassîk pir hez dikin û girêdayî vê cûrêne, belkî bingeha helbest û wêja ya gelê me kilassîke loma?

Min rêca edebiyetê bi helbestên kilassîk û serbest bi hevdûra girt, ew jî bandora rewşenbîrên me bûn li ser min, çiqasî, niha zanîna min îzin dide, ez lêkolîn dikim çawa bal me Kafkasyayê helbest hatye nivîsandin, texmîn dikim, ku helbestekî da du cûre nivîsîne. Ez ber bi hilbijartinê bûm, çi cûreyî da xwe pêş bixim? Klassîk, ku netewa me kurd pir hez dikin, yan aza û serbest, ku ez hez dikim, ber dil û ruh nêze? Min şêwra xwe tevî Dayîka me Kurmanca, ( min wisa wê bi nav kirye ) Mûzîkzan Cemîla Celîl kir.

Xanima hêja wisa şîret da min, got:- Keça min tu ser cûrekî nesene, bila pênûsa te bişxule bi her alîva, çi û çawa pênûs xwest wisa jî binvîse, ji ber ku tu tevî dayîka xwe, hûn çawa du kulîlkin li ser axa tî, terikî û bê xwedî, gerekê Ermenîstanê da edebiyeta me têk neçe. Min ew gotina çawa şîretek zêrîn hilda û pêgav-pêgav meşyam pêş.

Helbestên kilassîk pir bedew, zehmet û dijwere, hewceye têgihîjtin, feraset, navaroka xurt, hûnandin, lev anîn, gotinê veşartî, di nav peyvekî da çend peyv bê gotin û surr.

Helbestên aza û serbest ez hez dikim, belkî azadîxwezim? Belkî hez dikim fikir û ramanên teybet aza bifirin? Belkî dixwezim desthiledar aza bihêlin hişmendî û felsefa şexsên zana û kêrhatyên gel? Gava dinvîsim helbestên aza, tirê dibim kevokeke ji zindan bezyayî, fikira min tevî peyvan azad difire û di ezmanê sayî da dimilmile û perwaz dide.

Hene kes dibêjin:- Em helbestên kilassîk hez nakin, du mehnê ne hezkirinê hene, yekemîn nikarin binvîsin, duemîn, azad ya wan e, û ber dil şîrîne, pênûsa wan di vê cûreyê da pêk tê.

Ji wan cûreyan herî zêde ez aza hez dikim, neko kilassîk nikarim binvîsim, ji ber ku di nav helbestên azad da ez xwe dibînim.

Kilassîk dikarim, yan nikarim binvîsim bila helbestvanên di hêla kilassîkê da serkeftî û wan va elaqedar bêjin. Lê hê ez fêrî kilassîkê dibim, ji ber ku surr û cûrê wî pirin. Kê ku bi rastî helbestvanin, milethez û welatperwerin, bi keda helal va pêş diçin, dest navêjin mal û milkên nivîskaran, zarokên helbestvanan nadizin, bila serbikevin û bibin naxşên bedew, serbilindya Kurdistanê, bila bi alîkarya bêjîngê zêrên biçûk û gran bê dîtin.

Em kurd ji sedî nod divîsin kilassîk, çi jî ez dihesibînim kêmasî, cîh da lûkandin, biborin belkî ez ne rastim? Netewa me kurd jî bila pêşkeve, bi rengekî cûda nûjenî rabe holê û xelatên Nobêlê werbigire.

Mamostên me pir baş hene, kê ku bi xêrxwezî rê nîşanî nîvşê nû dikin, fêrî zanebûna xwe dikin, Mamostên wisa wê bi qurna bijîn, ji ber ku zanebûna xwe didin gencan, pey xwe şagirtan dihêlin, nav û şopa xwe di dîrokê da bê dawî dihêlin.

Emê her kes jî bibin mêvanê qebrê, ew zanebûn gerekê tevî me bingor nebe û dîyarî nivş bi nivş be, wekî çanda me çawa heye, hê bijî û gulvede.

Kê çi dike,ji bo nev û qedrê xwe dike,

Kê çi qazanc dike, xilazyê dimîne mirovhayêra...

Ezê hewil bidim ji Mamostên zane, xêrxwez, ruhnimiz, dilêşên Kurdistanê mînak hildim.

Hesûdan, irnûs û feşan, kurmên daran ez qet texmîn jî nakim, guhnê min wan tê, ji ber ku wek dûpişka ewan xwe jerdeday dikin.

Bila gotin tûnd bin, lê ya sereke rast...

24.09. 2023s.