Siwêd: Bîranîna Yekemîn Hêlîna Zarokan li Pirtûkxana Kurdî

Siwêd: Bîranîna Yekemîn Hêlîna Zarokan li Pirtûkxana Kurdî

Roja 9 heyva îlonê 2024 li Pirtûkxana Kurdî -Stockholm, bi boneya 40 saliya damezrandina yekemîn Hêlîna Zarokan ya kurdî li Siwêd, çalakiyek girseyî li Pirtûkxana Kurdî hate lidarxistin.

Zarokên ku di wê hêlînê de waneyên kurdî werdigirtin di gel mamosteyên xwe yên zimanê kurdî amadebûn. Sê nivşên malbatên kurd li Siwêd civiyabûn, bi amadebûna çendîn nûnerên komele û rêxistinên kurdî.

Hêlîna Zarokan ya bi zimanê kurdî di sala 1984 de li Stokholm ê hate damezrandin û wek yekemîn Hêlîna zarokan ya kurdî tê naskirin.

Çalakî bi stranên kurdî yên wê demê dest pêkir. Zarokan behsa jîyana xwe kirin. Çalakiyê coşek û hestiyariyek  mezin li ba tevayê beşdaran çêkir.

XELAT/ Amadekirin; Dilşa Yûsif