HAWAYÊ TÎPVEGUHAZTINÊ
Lêkoler û Zimanzan: Zeynelabdîn Zinar
Dema meriv naverokek ji alfabeyekê vediguhêze alfabeyeke din, hin tewr û hawa hene ku divê meriv wan bi cih bîne, yanena şaşiyên mezin dê bikevin naverokê.
Nimûneyûn vê meselê pir hene. Wek mînak, ameya ku cenabê Pêxemberî ji Kesrayê Faris re hianrtiye, tê de peyva ”exlebehum”ê nivîsiye, lê bi gelek salan şûnde dema nameyê wergerandine erebiya nû, peyva ”´eleyhim”ê nivîsîne.
Neteweyê Kurd bi gîşt heta 1925an jî, nivîsên bi zimanê xwe bi tîpên Elîfbaya aramî/erebî dinivîsand.
Jixwe diyar e ku dema ayetên Xwedê dihatin, Zeydê nivîsendeyê Wehyê ew bi 17 tîpên elîfbêtikê dinivîsandin.
Lê 70 sal piştî Koçê, zimanzanên Ereb tîpên elîfbêtika xwe derxistin 28an.
Sal 950, dema ku Medreseya Kurdî wek zanîngeh li Hemedana Pytext ava bûye, wê elîfbêtika erebî li gor fonetîka zimanê xwe saz kirine û 33 tîp bi kar anîne.
Hêja ye bê gotin ku Imperetoriya MADê, 44 tîp di alfabeya xwe de bi kar anîne.
Zimanê MADê û kurdiya kurmancî ya îro, yek bûye.
Piştî 1925an dema xwezaya Kurdistanê kirine şeş beş, Medreseya Kurdî dîsa bi 33 tîpên xwe nivîs berdewam kiriye, lê Kurdên Bakûr ên wan deman Alfabeya Latênî bi kar anîne û bi 31 tîpan razî bûne.
Kurdologê Elmaî C. Loq, di 1884an de alfabeyeke taybet ji bo destnivîsên kurdî yên bi elfbêtika erebî çêkiriye.
Çendî ku gorbihişt Xelîl Xeyalî di 1913an de albabeyeke Laênî ji bo kurmancî çêkiriye, lê ji ber şerê cîhanê ew alfabe neketiye rewacê.
Piştre gorbihişt Mîr Celadet di 1930î de alfabeyeke Latênî ya bi 31 tîpan ji bo kurmancî amade kiriye.
Çendî ku ev 31 tîp têra fonetîka kurmancî nakin jî, lê pê dewam dikin.
Niha xebateke min jî heye ku ez alfabeyeke 44 tîpê weke ya Împeretoriya MADê amade bikin.
Ev nivîsên li jorê, wek agahdarî pêşkêş dikim.
Babeta ku li serê rawestim, tîpguhaztin e:
Piraniya nivîsên Kurdiya kurmancî ku bi elîfbêtika erebî hatine nivîsandin, dema em wan vediguhêzin Alfabeya Latênî, divê weha çêbibin:
Eger peyv bi zimanê erebî bin:
Silav ser çavan... Kurdologê Elman di 1884an de alfabeyeke Latênì ji bo destnivîsên kurmanci çêkiriye, lê ew alfabe di nava Kurdan de cih negirtiye.
Di fotenîka kurmancî de çendî ku ev dengê ،ص ،ض ظ, ط ث، ح، ع، غ، ذ، ya erebî tunin, lê di berhemên me yên klasîk de hin ji van hene û weha hatine bikaranîn:
. Tîpa ص li şûna S-ya qalind hatiye bikaranîn: Sor, sil, sosin, sayî, soremoçkî…
. Tîpa ض li şûna D-ya qalind hatiye bikaranîn: Dolî, dilm, dal, dolab…
. Tîpa ظ li şûna Z-ya qalind hatiye bikaranîn: Zozan, zirtik, zor, zotik, zanist…
. Tîpa ط li şûna T-ya qalind hatiye bikaranîn: To, tol, tolik, totme, tore…
. Ev herdu tîpên erebî ( ح، ع، ) di klasîkên Kurdî de zêdetir di navan de hatine bikaranîn: Elî, Emer, Hamid, Hikmet…
. Tîpa غê, bi X hatiye nivîsandin: Xalib, xulam, xenîm…
Ev hersê tîpên erebî (ث, س, ص ) li şûna S-ya kurdî hatine bikaranîn.
Lê di ansîklopediya Îslamê de ji bo van tîpên ereî ( غ, ح , ق , ص, ث, ط, ض, ذ), ev tîpên Latênî hatine bikaranîn:
. Latêniya tîpa غê, tîpa G ye lê niqutek li serê heye.
. Latêniya tîp ح ê, tîpa H ye lê niqûtek li binî heye.
. Latêniya tîp ق ê, tîpa K ye lê niqutek li binî heye.
. Latêniya tîpa ص ê, tîpa S ye lê niqutek li binî heye.
. Latêniya tîpa ث ê, tîpa S ye lê xetek li binî heye.
. Latêniya tîpa ط ê, tîpa T ye lê niqutek li binî heye.
. Latêniya tîpa ض ê, tîpa Z ye lê niqutek li binî heye.
. Latêniya tîpa ذ ê, tîpa Z ye lê xetek li bnî heye.
Ji sala 1985 heta niha, min veguhntina 38 berhemên Klasîkên Kurdî kirine. Min piraniya nivîsa bi tîpên erebî jî, bi ya latênî re daye çapkirin. Ew jî, ji ber du sedeman:
. Eger di veguhaztina Latênî de şaşî hebe, wê li ya bi tîpên erebî were nihertin.
. Hem ji bo ku hemwelatiyên me yên li beşên dî jî karibin klasîkên kurmancî bixwînin.
Bi hêviya serketina ciwanên me di karên wisan de.
Her şad û serkeftî bin…
04/ 08/ 2024. 01:23
XELAT