"Helbestvanê meyî mezin Qaçaxê Mirad"
Nivîskar: Eskerê Boyik
Nivîsa min bo wefata Helbestvanê meyî mezin Qaçaxê Mirad. (Sala 1979 a)
Helbestvanê mezin, meha çileyê pêşin, sala 1979a,temenê 65 saliyê da wefet bû. Wê demê ji bo bîranîna wî ev gotara min e biçûk bi sernivîsa “Karkirê Lîtêratûra Me” hejmara rojnama “Riya Teze” (08.12. 1979) da hate weşandin:
“Dengê mirinê, dibêjin, dengekî zîz e, zû bela dibe. Caba nebixêr, dengê mirina Qaçaxê Mirad jî anî. Na, baweriya min nayê ku şayîrê me yî hizkirî îdî tune. Îdî rêdaksiya “Riya Teze” da em ê rastî wî
neyên. Cab e, dilşewat e, giran e…Tebiyet ya xwe dike. Miraz û mikana nanihêre. Çendekî pêş da, efrandinêd xwe yên nazik me ra dixwend, derheqa şuxulên xwe yê nîvcî û pilanêd axiriyê da gilî dikir. Dilezand romana xwe xilas kira, xebatêd xwe yê lîtêratûrzaniyê yê nîvcî raberî xwendevana bikira, tercimê teze bikira, şiêrê teze binivîsiya. Lê heyf, mirina bêwa niqitka kutasiyê danî. Û ew emrê bedewî helal, ew emrê bi hilketin-daketin, bi hewas, çetinayî, xebat û xwîdan kuta bû.
Mekteba emrê mezin derbas bûbû. Gelek ziman zanibûn. Zanê lîtêratûra hemdiniyayê îlahî ya ûrisa bû. Derheqa lîtêratûra me ye kilasîk da bona me cahila (gênca) gilî dikir. Em jê hîn dibûn û ji kubra wî têr nedibûn. Xeyset, urf-edet, rabûn-rûniştandin, zargotina cimetê bi şîrê dê ra ketibû nava ruhê wî. Bona wê yekê jî çi diefirand esl Kurdî bû, cimetî. Xweyê kultûra bilind bû, komûnîstekî erhede (gewre), merivekî helal, hevalekî qenc. Bû Şayîrê me yî hizkirî bû. Hela salê mektebê da min şêra wî ye “Kilama Edlayê” ezberî zanibû û heta naha jî bîra min naçe. Lê paşê, wextê min nêzîk va ew nas kir û em bûne hevalê qelemê, min dît, wekî ew pêşewitîkî çawan e, çawa (derheqa) her pirseke terîq, lîtêratûra, kultûra cimeta xwe ne ku tenê difikirî, lê bi saya xebat û xudanê lûma (emek) xwe ya layîq dikire nava wan.
Ser textê min in efrandinên wî ye salê başqe-başqe neşirbûyî:
berhevoka nivîskarên Kurdê Sovêtê, berhevoka şiêrêd wî, kitêbêd dersa, tercima. Her ciya teqil û kêlma wî ye xwexwetiyê, kultûra nivîskariyê ye bilind, zanebûn û fîlîsofiya emirê kûr.
Emekê Qaçaxê Mirad gelek mezin e bona pêşdaçûyîna lîtêratûra me, îlahî di dereca poêziyayê da. Ewî bi ruhê cimetê efirand, bi teqla kilamêd me û saya wê yekê nava şayîrêd Kurd e wedê xwe da li ser dereceke bilind sekinî. Qaçaxê Mirad hela dikaribû xwendevanêd xwe bi gelek gul û nûrêd bedew va bida şakirinê. Lê mirinê ya xwe kir.
Ew bi fîzîkî ji me dûr ket, lê bi wê mîrata dewlemend e ji pey xwe hîştî, bi efrandinên xwe va wê her tim cimetê ra be.
Ewî, bi xwe usa wede da rind gotiye:
Ez dipirsim, gelo pey xwe
Ewî hîştiye navekî çê,
Emelê qenc, zuret û çar,
Yanê bê par ew çû ji dinê?
Got: Şikir, warê wî şîn e,
Ew xweyî siyanet, nav-dengan e,
Jê dibarî emelê çê.
-Ê, got, qurba, ber xwe nekev,
Şîn xirab e ser mêrê çê,
Kê pey xwe hîşt zuret û nav
Lap namire li vê dinê…
Belê, Qaçaxê Miradê wê miqîm dilê cimeta xwe da bijî.
Eskerê Boyîk, şayîr,
Riya Teze, 8. XII. 1979.”
Ji pirtûka
Eskerê Boyîk "Chanda Kurdên Sovêtê" weshena Pêywendi, rû 222-231; 2019, Îstanbol.
XELAT