Zaravayên (Têrmên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî (2)

Zaravayên (Têrmên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî (2)

Zimanzan û Nivîskar: Deham Ebdulfetah

 

  1. Di zaroktîya mîr Celadet Bedirxan û birayên wî de li Stenbolê, bavê wan Emîn Alî Bedirxan jineke perwerdeker ji Cizîra Botan bo wan amade kir. Celadet jî bi wê perwerdekirinê baş fêrî şêwezarê herêma Botan bû. Lê di warê kiryarî de hemû çalakiyên xwe bi şêwezarê kurmancîya sereke ya berfereh nivîsine.

Ji Celadet hate pirsîn: Çima tu çalakiyên xwe bi şêwezarê xwe yê botanî nanivise?

Celadet bersiv da:

Min xwest ez ji çarçova şêwezarê teng derbasî meydana şêwezarê kurmancîya sereke ya berfireh bibim û ez wî şêwezarî bidim pêş!

Bi bawerîya min, ev pêngava Celadet Bedirxan li gora merc û derfetên wê demê hewldaneke serkeftî bû, di rêka çareserkirina arîşeya şêwezarên zimanê kurdî de.

  1. Di destpêka salên şêstiyan de (ji sedsala çûyî), sê mamosteyên Kurd li zanîngeha Bexdê (beşa kurdî) li hev civiyan û bo çareserkirina arîşeya şêwezarên kurdî komîtek ava kir. Ew komît ji van kesan pêk dihat:

Cegerxwîn, ji ber şêwazerê kurmancî ve

Nûrî Elî Emîn, ji ber şêwezarê soranî ve

       Kamil Beşîr, ji ber şêwazara hewramî ve

Projeya komîtê ew bû ku ferhengeke bijarte ji têrm û navlêkirinên hevbeş di nav şêwezarên zimanê kurdî de bê amadekirin.

Bêguman mebesta yekemîn ji avakirina wê komîtê û pirojeya wê damezirandina rêbazeke neteweyî bo pevxistin û amadekirina zimanekî neteweyî bû. Lê ji ber ku ew planâ hêvîdar ne di jîngeha şert û mercên xwe yên pêdivî de hatibû; ew di qonaxa wê hewldanê de bê encam mabû.

  1. Di destpêka sedsala bîst û yekê de bizaveke germ derbarê kêşeya şêwezarên zimanê kurdî li bakur û başûrê welêt tevgeriya.

Çend konfiransên salane û peyapey (li pey hev) li Amedê û hindek jî li Duhokê lidardiketin.

Endamên wan konfiransan ji her çar parçayên Kurdistanê û ji Ewrupayê beşdar dibûn. Ew konfirans di bin durişmên ‘’Bo Zimanekî Standard berû Zimanekî yekbûyî ve’’ û hin durişmên nêzîkî van têgehan lidardiketin.

Di wan konfiransan de endamên beşdar, rewşa zimanê kurdî û pirsgirêkên şêwezaran û hin mijarên dîtir jî di ber çavan re derbas dikirin.

Digel ku ew rewşenbîrên ku beşdarî van konfiransan bûbûn ji axêverên 

 şêwezarên cûrbicûr bûn. (kurmancî, soranî, mukrî û zazayî/zazakî) Lê di encamê de nikarîbûn bi qasî gavekê jî nêzîkî armanca xwe bibin.

  1. Di destpêka sala 2015ê de hêzeke kurdî (HDP) xwest zanîngeheke taybet li Amedê bi navê (Zanîngeha Mîzopotamya) damezirîne.

Berpirsên wê pirojeyê xwestin ku zaravayên perwerdekirinê li wê zanîngehê bi zimanê kurdî bin.

Bi wê mebestê komîtek ji şazdeh kesan hate destnîşankirin.

Komît di 14-15ê avdarê (xaklêweyê) de civîna xwe ya yekem li Amedê lidarxist û dest bi karê xwe kir. Civîna duwem jî di 30-31ê gulanê (cozerdanê) de, li heman cihî geriya.

Bi dîtina min, ev komît çiqasî berdewam bike û çiqasî li ser nerînên xwe rijde (sûr) be jî; ew ê negihêje encameke mufadar bo paşeroja zimanê neteweyî..!

Dewamî Heye…..

XELAT