Ji Folklora Kurdî Çîroka `MIHEMEDÊ HIRÇÊ`

Ji Folklora Kurdî Çîroka `MIHEMEDÊ HIRÇÊ`

Ji Folklora Kurdî Çîroka 

"MIHEMEDÊ HIRÇÊ"

Nivîskar û Zimanzan: Zeynelabidîn Zinar

Dibêjin, hirçekî keçekê revandiye û ji xwe re biriye xistiye şkeftekê û pê re hatiye gotin (zewiciye). Piştî demekê lawikek ji keçikê re çêbûye, navê wî MIHEMED lê kirine.

Dema Hirç derdikev derva, berekî aşan dida ber deriyê Şkeftê û diçe, lawik û diya xwe jî tê de diman.

Ha wisa gelek sal û zeman derbas bûne, êdî lawik mezin bûye û gotiye diya xwe:

. Em ê vî kevirê li ber deriyê Şkeftê wê de bikin û birevin herin.

Diya wî gotiye:

. Pir baş e, de haydê em kevir bidin alî û derkevin.

Mihemedê Hirçê û diya xwe berê aşên ji ber deriyê şkeftê dane alî û derketin çûn.

Lêwik diya xwe biriye danîye mala bavê wê û ew jî bi çolan ketiye û çûye…

Mihemedê Hirçê qederek bi rê ve çûye, gehaye çemekî. Dîtiye ku va ye merivekî devê xwe xistiye nêv avê û yekcaran bang dike, dibêje:

. Ha hooo! Ez ji tîna dikim bifetisim!

Mihemedê Hiçê gotiye wî zilamî:

. Xorto, va ye çem li ber te ye û devê te di avê de ye. Çima tu dêjî, ez ji tîna fetisîm?

Mihemedê Hiçê gotiye wî zilamî:

. Tu bi min re nayê, em herin ji xwe re bigerin?

Zilam gotiye Mihemedê Hiçê.

. Ez tê.

Mihemedê Hiçê gotiye wî zilamî:

. De rabe, em herin.

Mihemedê Hiçê û ew zilam, herdu çûne, ka çi qeder li rê çûne, dîtine ku va ye zilamekî serê xwe bilind kiriye û li hewa mêze dike.

Mihemedê Hiçê jê pirsîye, gotiye:

. Çima tu wisa li hewa dimeyzênî?

Zilam gotiye:

. Teyrek li hewa difiriya, min jî tîrek avêtê. Teyr çû û tîra min nehat xwarê, ez lê dimeyzênim ka wê kengê were…

Mihemedê Hiçê û hevalê xwe xatir jê xwestine û çûne.

Dîsa qederek li rê çûne, li bîrekê rast hatine.

Bala xwe danê ku va ye zilamekî guhê xwe daye ser bîrê û guhdarî dike. Jê pirsîne, gotine:

. Tu li çi guhdarî dikî?

Zilamê li ser devê bîrê gotiye:

. Heft sal berê derziya diya min ketiye vê bîrê, ez lê guhdarî dikin, hê jî dihere û çingîna wê tê dikeve guhê min…

………………………………………………………..

AGAHDARÎ:

  1. a) Çîrok li virê bi dawî dibe, lê çîrokbêj temamiya wê negotiye.
  2. b) Vîdeoya vê çîrokê rêzdar Mihemedê Cimo vê sibehê ji min re hinartiye.
  3. c) Ev çîrok rêzdar Ebdurehman Benek ku berpirsekî TRT Kurdî ye, li Rihayê bi kurdekî salxur re çêkiriye. Hêvîdar im ku dewamiya çîrokê bête bidestxistin.
  4. d) Çendî ku ji çîrokê re MIHEMEDÊ HIRÇÊ hatiye gotin, lê şaş e. Rastiya wê MIHEMEDÊ HIRÇO ye. Ji ber ber ku zayenda peyvika HIRÇê mê ye, gotine MIHEMEDÊ HIRÇÊ. Lê ji ber ku HIRÇ bav e, diviya ku MIHEMEDÊ HIRÇO bihata gotin. Di hin çîrokên Folklora Kurdî yên din de jî, serpêhatiyên wisa hene û wek HIRÇO hatine binavkirin.

01/ 04/ 2024. 14:31

XELAT