Girê Şûnwarî Şermola, nîşaneya dîrokî ya Amûdê

Girê Şûnwarî Şermola, nîşaneya dîrokî ya Amûdê

Li navenda bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ku berê jê re taxa Xiristiyanan dihat gotin, girê Şermola yê kevnar heye, ku di gelek çavkaniyên dîrokî de behsa wê tê kirin, lê heta niha dîroka pêkhatina wê ne diyar e.

Li gorî hin çavkaniyên dîrokî, Girê Şermola berê rûbera wê nêzî 4 hezar metrekare bû û bilindahiya wê jî ji 10 metreyan zêdetir bû. Lêbelê, qada niha ya gir 200 metrekare dimîne.

Dilşad Murad, Sernivîserê kovara Şermola li bajarê Qamişlo ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye ku, girê şûnwarî Şermola li navenda bajarê Amûdê ye û dîroka wê vedigere berî zayînê, di dema şaristaniya Horî û Mîtaniyan de, ku şaristaniyeke kurdan bûye.

Gir berê ji ya niha gelek mezintir û bilindtir bû, lê berê ev gir hatibû paşguhkirin û xelkê deverê axa wî girî ji bo avakirina xaniyan heriyê dibirin û bermahiyên wê yên şûnwarî ji aliyê kesên nenas ve hatin talankirin.

“Di demên berê de Girê Şermola cihê bêhnvedana bazirgan û karwanan bû. abîdeya pir kevne û sembola dîroka bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Bajarê Amûdê destpêka şaristaniya Rojavayê Kurdistanê ye û beriya zayînê, ev navçe warê gelek şaristaniyên weke Medya, Horî, Mîtanî, Aşûrî û gelekên din bû. Wek mînak Girê Mozan ku paytexta Împeratoriya Mîtaniyan bû, bi taybetî li ser sînor gelek girên din ên dîrokî yên mezin û bilind hene .

Li Rojavayê Kurdistanê bermahiyên dîrokî yên din jî hene, wek Girê Gozanê yê li başûrê Sarêkaniyê ku dîroka wê vedigere sedsala çaran a berî zayînê. Girê Brak Najar, ku ji Împaratoriya Romaya Rojhilat vedigere. Girê şûnwarî Ajaja ku li parêzgeha Hesekê ye, navendeke girîng a mîrektiya Mîtaniyan bû. Girê Spî yê dîrokî yê li rexê rastê yê çemê Xapûr vedigere 800 sal berî zayînê. Girê Dêrona axê ku dikeve bakurê komelgeha Çilaxa ya ser bi herêma Dêrika Hemko, dîroka wê vedigere serdema Îskenderê Mezin.

Li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 1000 berhemên dîrokî yên girîng hene ku beşek ji wan girên mezin û dîrokî ne ku bûne eleqeya arkeologan.

Helbestvanê navdar ê Kurd (Ehmed Huseynî) ku xelkê bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê helbestek ji bo Girê Şermola nivîsandiye û ew jî weha ye:

  Girê Şermola

(Bo Seîdê Melle)

 

Li başûrî Torosekî kovandar

li rojhilatî hevêrtirşê giryanê

di navbera du goristanên zîrek de,

serê xwe dihejand,

çîrokên xwe dirijandin,

- li zaroktiya me temaşe dikir,

agirê Newrozê diarand,

- xweliya xwe bi ser neynika xewna me de dadikir!

 

 XELAT