Salvegera Koça `KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV` Kurdolog û Rojhilatnas

Salvegera Koça `KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV` Kurdolog û Rojhilatnas

Serokê Weqfa Assamlêya Gelên Qazaxîstanê (Refîkê Yeqûb Mîrzoyêv) bi boneya salvegera koça dawî ya apê xwe akademisiyen, kurdolog û serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê yê berê (Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv) peyamek li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kiriye û weha têde gotiye:

"JI BO BÎRANÎNA APÊ MIN REHMETÎYÊ KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV.

01.05.1947 – 08.08.2021

Îro roja 8ê tebaxê ne tenê ji bo malbeta me usa jî ji bo dîroka gelê me rojeke reş e. 3 sal berî wan çaxan feleka xayîn û bêbext Apê min KINYAZÊ ÎBRAHÎM ji nav me bir. Ew wek çîyakî li pij gelê xwe sekinî bû. Jîyana xwe jî ji genctîye hetanî nefesa dawîyê pêşkêşî miletê xwe kir. Apê Kinyaz ne tenê mezinê malbeta me lê usa jî yek ji mezinê gelê meyî bindest bû. Ez gelekî spasîya xwe Apê xwe yê Rehmetî dikim ji bo terbîyet û temîyên wî. Apê min îdêalê min bû, ew ronahîya çevê min bû...

Di axavtina xwe ya dawîyê de Apê min got herine pêş, dest ji karê miletîyê bernedin. Ji bo wê yekê jî ez qet rojekî nesekinîme û ne jî poşman bûme ku bona miletê xwe kar û xebatê dikim. Telebextra, dema ku Apê min sax bû, ew gelek caran bêsebeb dihate rexine kirinê. Ew kêmasîya gelê me ye, mixabin. Dema ku em sax in, em qîmet nadine hev. Lê, dîrokê îzbat kir ku her çiqas wede diçe, hewqasî jî cîyê Mamoste Apê Kinyaz tê kivşê. Ez bawerim, ew mirovên Apê Kinyaz rexine dikirin, piranîya wan îro pirr poşmanin. Dema ku em hev unda dikin, em hê qîmet didine hev. Apê min di nava meda tune yê, lê em malbeta wî hemû weyîsêtên Apê xwe mîyaser dikin. Ez dixwezim ku gelê me qedir û qîmetê bide hev, ked û emekê hev nede bade. Gerek hemû tişt jî bê şêkirandinê. Em li xerîbîyêdane, welatê meyî bav û kalan blindest e. Lewma jî em gerek hev tehmûl bikin, hev temam bikin. Rehma Xwedê Apê minî Maqûl Kinyazê Îbrahîmê Nevo be, Rehma Xwedê mirîyên me gişkan be, Bira Xwedê me bê hevdu neke. Amîn.

Serokê Weqfa Assamlêya Gelên Qazaxîstanê – Refîkê Yeqûb Mîrzoyêv."

 

Jînenîgariya Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

 

Profêsor, kurdolog, serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (2003-2021), serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (2017-2021)  Knyazê Îbrahim 1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê hatîye dinê.

Rojhilatzan, kurdzan, rexnevanê wêjeyê, doktorê zanistên fîlolojîyê, Akademîsyen di Ûnîvêrsîteya Qazaxistanêye Dewletê ya Almatê da serekê navenda zimanên cîhanê bû.

Kinyaz Mîrzoyev demeke dirêj di Ûnîvêrsîteya Dewletê ya Ermenîstanê da, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê serektî kiriye. Di encama şerê azerî û ermenîyanda, di salên 90î da mala xwe bar kirîye Qazaxistanê, di Ûnîvêrsîteya Abay a Dewletê li Almatê serektîya para Fîlolojîya Rojhilat kiriye û bûye Prorektorê (cigîrê rektor) ûnîvêrsîteyê.

Di bin serektîya K. Mîrzoyev da ji dehan zêdetir kes profesîya fîlolog û zanyarîyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografîyên doktorayê. K. Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek ûnîvêrsîte û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên weke Almatê, Moskva, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksêl û Tehranê weke çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û praktîk bûye.

  1. Mîrzoyev endamê Yekîtîya Nivîskarên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekîtîya Ermenîstanê bûye û redaktorîya kovara “Edebî Ermenîstan” kiriye. Di heman demê da K. Mîrzoyev endamê PEN-a Kurde û li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dike, ku ev kovar bi kurdî û rûsî tê weşandinê.
  2. Mîrzoyev di jîyana civakî û sîyasî ya kurdên Sovêta berê û Komara Qazaxistanê da roleke çalak dileyize.

Bûye cîgirê serekê Yekîtîya Giştî Kurdên YKSSyê1991). Ji 28ê îlona 2003an da serektîya “Berbang” - Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê dimeşîne. Ji sala 2002yan va cîgirê serekê Yekîtîya Komeleyên Kurd ên Navneteweyîye (Moskva).

Di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di hêla civakî û perwerdeyê de.

Di sala 2006an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatîye amadekirin, ji alîyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê va hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahîyê. Wî usa jî sala 2006an “Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kirîye (ji bo dersxanên 2-9-an).

Zimanên weke kurdî, ermenî, tirkî, azerî, rûsî, qazaxî û farsî dizanî bû.

Pirtûkên wî yên girîng:

“Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.

“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.

“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.

“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.

“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.

“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.

“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.

“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.

“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.

“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.

“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.

“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.

“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.

“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî/.

“Antolojîya dîrok û wêjeya kurd”. Almata. /Bi qazaxî/ (li ber weşanê ye).

 Mamoste Knyazê Îbrahîm 8ê Tebaxê 2021a li bajarê Almatî ya Qazaxistanê koça dawî kir.

XELAT/Jêder: Weqfa Kinyaze Ibrahim Mirzoyev