Têmûrê Xelîl derheqa Eskerê Boyîk da

Têmûrê Xelîl derheqa Eskerê Boyîk da
Nivîskar: Têmûrê Xelîl 

Gava min dixwest derheqa jînenîgarîya Eskerê Boyîk da çend gotina binvîsim, min jê ra got, ku çend malûmatîyên wek: di kîjan salê da bûye, çend pirtûkên wî derketine, li ku xwendîye, derheqa xwe û efrandinên xwe da çi dibêje û h.w.d. û yên din ji xwe ez zanim. Ewî bes tenê çend malûmatîyên ji jiyana xwe yên ”req û rût” şandin, bêy ku mezinaya wî di wê nivîsa wî da xuya bibe. Eger min tenê ew beş raberî we bikira, weyê sadebûn û paqijayî, zanebûn û welatparêzîya wî texmîn nekira. Xênji wê, ku hûnê ji helbestên wî yên li jêr nazikayî û kûraya perçekî poêzîya kurdên Ermenîstanê bihesin, ezê çend gotina jî derheqa Eskerê kurd, Eskerê zanyar, Eskerê camêr da binivîsim.
Wek ku li gelek cîyan, hinek kes hene, ku an ji bo pereqazanckirinê dinivîsin, an ji bo ku navekî ji xwe ra derxin, an jî ji betalîyê. Yên usa, wexta ji bo nivîsara helbestan pere li ser têne birînê, helbest jî jê têne birînê. Wî çaxî merî di hêlekê da şa dibe, ku edebîyeta me wê ziyan û zirarê nekeve, neyar û xêrnexwaz wê qerfê xwe li me nekin, edebiyeta me paqijtir dibe, ji ber ku zîwan û qirş û qal nakevine nava pirtûkan, navê wîjî bi pîsîtî dernayê û em bi wî navî nayêne naskirin û ji wî navî şerm nakin. Ji ber ku ew nav me şermezar dike.

Lê Eskerê Boyîk qet ne usa bû, ewî bextewarîya xwe di wê yekê da didît, ku bi keda xwe va kevirekî dane ser kevirê çêbûna Kurdistaneke azad.

Ew doktorê zanyarîyê bû û karê wî yê di hêla êkonomîkayê da rojê bi kêmanî deh sehet jê dixwar, karê malê, malbetê, hevaltîyê, dostanîyê, pismamtîyê, eşîrtîyê jî di hêlekê da têra xwe wextê wî dixwarin, carna ew usa diwestîya, ku hêsabûneke demdirêj jê ra lazim bû. Lê ewî hêsabûna xwe di xizmetkirina gelê xwe da didît.
Dema li bal me Komela Xwendkarên kurd li Ermenîstanê hebû, hinek karmendên kurd yên ziravqetiyayî û kursîhiz me di nav miletçîtîyê da gunekar dikirin, Esker tim wek dîwarekî li me pişta me bû û helan dida me.
Eskerê Boyîk sala 1941ê li gundê Qundexsazê (niha Rîya Teze, nehiya Aparanê, komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye.
Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar: Elegezê xwendina navîn standîye. Sala 1966a înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê xilaz kirye û li înîstûta ulm-îzgerîyê ya Êkononîka Malhebûna Gundîtîyê da xebitîye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê ra dîsêrtasya xwey kirîye û têza kandîdatê ulmê Êkonomîkayê (Aborîyê) standîye, bûye doktor. Heta sala 1991ê wê înstîtûtê da wek serwêrê parê kar kirîye. Gelek berhemên wî yên ulmî (pirtûk, biroşyûr, miqale) derheqa pirsgirêkên aborîya malhebûna gundîtîyê da bi zimanê ermenî, rûsî çap bûne.
Hê mektebê da karê êfrandarîyê va mijûl bûye. Di salên 60î da helbest û gotarên wî rojnama da çap bûne, bi radyoyê hatine dayin.
Heta niha ev pirtûkên wî hatine weşandin:
1.ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966.
2.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975.
3.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, bi zimanê tirkî, kurdî, Stembol, 1979.
4.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, bi zimanê tirkî, kurdî, Stokholm, 1990.
5.SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano, Yêrêvan, 1980.
6.MEM Û ZÎN, şano, Stokholm, 1989.
7.TÎRÊNC (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan, 1987.
8.LI ÇIYA, kurteçîok, Yêrêvan, 1991.
9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997.
10.ODA ÇÎROKAN1, helbestên zarokan, Roja nû, 1997.
11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokholm, 1998.
12.GOVENDA HERFAN, helbestên ji bo zarokan, Stokholm 2002.
Pênc şanoyê wî li ser dikên têyatroyên Kurda yên Elegezê, Tilbîsê, Almaniyayê hatine lîstin, ji wan sisê ne neşirbûyî ne. Romanokên DEFTERA KURDEKÎ PENABIR û BAHOZ di rojnamên HÊVÎ, ROJA TEZE û DEMA NÛ da van salên dawîyê çap bûne.
Eskerê Boyîk endemê Yekîtîya Nivîskarên Welatê Sovyêtê, paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxistanê bûye.Salên dirêj katibê sêksîyona nivîskarên kurd yên rex YN Ermenistanê bûye.
Li bajarê Almatayê tevî çend hevala kovara KURD weşandîye.
Niha Eskerê Boyîk li Awropayê dijî û ev helebstên li jêr li wir nivîsîne.
Li jêr çend helbestên wî bixûnin:

Çima

Ax, Xwedê çima bextê me wa ye,
Felek çima wa me ra tima ye?
Dengê me çima nayê bihîstin,
Çi neheqîye der me tê lîstin ?
Em bê maf-heq in, bê ked û par in,
Welatê xwe da bê cî û war in.
Cima rastîya me kesek navîne,
Çima sîyaset ji me ra bi kî ne?
Çima der-cînar me ra bêbext in?
Em kolê wan in, ew bi tac-text in.
Dîsa neyar in, dîsa nexwez in,
Çima mirinê me ra dixwezin?
Xwîna me çima ewqas arzan e,
Qedirê xûna me kesek nizane?
Çima em bi xwe nabine xweyî,
Bûne hêsîrê ji koça mayî?
Nifira kê ye, qeder e, bext e,
Yan berdewama riya kal-bavan e,
Şaş e, qelet e?
Îro ser riya me ew qelet êş e,
Êş e, nelet e! Êş e, nelet e!
Çima kes tune rastke wê şaşiyê,
Gel bive rastiyê, gel bive xweşiyê!...

X X X

Welatê min da heqî bêçar e,
Sîyaset li hespê bêbextiyê sîyar e,
Rastîya cihanê parsîke xar e,
Barî mezine, jîyan dijwar e.
Bextî wêran e, dewe giran e,
Deweta wewîk, weş û guran e,
Her tişt derew û her tişt pûç derket,
Şên û warê me bêxweyî mane.
Xezev çar alî bi zulm û kîn e,
Qetil û qana xwe reş dimeşîne,
Dixweze welêt tevî hilşîne,
Zivistaneke nû vegerîne.
Ji zulm û zorê mîlyon rabûne,
Dijî xezevê zulm û kîn bûne,
Dema van derew û rastîya hisyan,
Cî ji ceş-weşa ra dijwar bimîne.
Welatê min da hê zulm û ceng e,
Heqî hebskirî ye, heqî bêdeng e,
Sîyaset qelp e, sar e, bêreng e,
Gel kerrkirin jî êdî dereng e!

Veger

Teyrê xerîb im, ez rîya digerim,
Îro li vir im, sibê cîkî din,
Li bin esmanê dinya rengîn da
Bi êş derbaz bûn roj û salên min.
Kuda direvim min tên xezevê,
Rem û camêrî erdê ne mane,
Mîr û hakimê vê dewra neheq
Derê azayê li xelqê dadane.
Evê dewrê da kê bê welat e,
Kê bê dewlet e, bê tac û text e,
Dîlan-dewata evdên nemerd da
Sêwîkî jarî bê maf û bext e.
Destê xelqê da diravê hûr e,
Yan gere xerc be, unda be, here,
Yan jî mîna min bêçar, bizêre,
Li pey vegerê bi êş bigere…

X X X

Guman-merem jî tev pûç derketin,
Riya welêt dîsa ber min kilît e,
Xûna şihîda arzan çû hey wax,
Dagerkira ra dîsa ma mifte.
Çima wa dibe? Ji çi ra ne qelpî,
Çima dewa me, ax, naçe sêrî,
Vî gelê mêrxas ruhê xwe jî da,
Kê tol derket û em man pişt dêrî.
Evî neyarê valayî, kîn ra,
Çima wa hêsa em têne rayê?
Bi lavaya tu derî venabin,
Bi xewnerojka azayî nayê.
Xwe nexapînin bi peyvên vala,
Dêmokirasî tu çare nîne,
Biratîya tevî gura û weşa,
Vireke evdê qelp-derewîn e.
Nerevin, neyên, neyêne cem min,
Vir cinet nîne, vir undabûn e,
Çiqas jî welat hebs be, cenime,
Dîsa ewe cîyê xilazbûna me.
Teyrê xerîb im, bê mal im, bê cî,
Îro li vir im, sibê cîkî din,
Li bin arîkê dinya bêçar da,
Ne hêvî maye, ne jî sebra min.
Ez riya digerim, ax, riya vegerê,
Veger min ra bûye him xwestin, him nêt,
Dinê da tu tişt ewqas xweş nîne
Çiqas vegera berbirî welêt...

Avên me

Avên vira mîna avê cem me nînin,
Avên me ji dilê çîya tên-
Çevkanî ne, lêv şîrin in,
Laqirdçî ne, lez û dîn in,
Tev hev dibin, gelîyê kûr da
Diherikin,
Karxezal in, şewqê tînin,
Eşqê tînin, dilîlînin,
Dilevînin,
Xemil hêşînin,
Heta xemê kevir-kuçik,
Mêrg-çîmanê dora xwe jî
Direvînin...
Avên vira hemdê xwe ne-
Lez-bez nînin,
Kûr in, dû rin, tîl in, kîn in, gêjgerîn in,
Golgenî ne, zelal nînin, helal nînin,
Kubar nînin û sar nînin û har nînin,
Ser xwe keşyê weke çiya digerînin,
Kenerê xwe, qeraxê xwe naêşînin-
Bê amin in, bê hesîn in, hêdî-hêdî
Hildişînin, dimaşînin...
Avên vira mîna avên cem me nînin,
Kîn û rik in
Evdê mîna mine dilsax-
Paşla wan da unda dibin,
Dixeniqin…

Dayka min

Cawek hatîye ez dûr im,
Ne rê heye, ne guman,
Ji wê cawa dil bi êş,
Bûme warekî wêran.
Teyax nekir dilê dê,
Dayka min ax, helya çû,
Bû keserek bê hêsir,
Şemaleke şewq, bê dû.
Li nav şeva mine reş,
Bû hine şewq-ronayî,
Bû steyrkek nûre geş
Vê xerîbîya bêxweyî.
Dayka min çû, bû zîyaret,
Bû Lalişek Nûranî,
Bû due’a, sond û berat,
Çengek axa batinî.

Ji pirûka Têmûrê Xelîl Antologîya 35 helbestvan û nivîskarên Sovyeta berê

XELAT/ Jêder : Rûpela Çirûsiya Netemirî