Ez carinan ji kurdên me yên zimanTirk biqahirim û rexne bikim jî, ji wan hez dikim.
Bi
saya kirin û kiryarên wan ên bêteşe, rûken dibim û di ber xwe da jî dikenim…
Ev çend roj e, ew bi dewlemendîya kurdî ya ku di Wiktionary’da cîh digre, bi tirkî şa dibin û pîrozbahîyê li hev dikin…
Ez jî li sosretîya wan dinihêrim û dikenim.
Dewlemendîya kurdî ya ku di Wiktionary’da cîh digre, mijareke hêjayî nirxandinê ye.
Lêbelê zimanTirkên me ji pîvana vê dewlemendîyê jî, ji sosretîya xwe jî hayîdar nînin.
Jibo ku kêmasîya xwe veşêrin, bi çend gotinên ezber sosretîya nişan didin…
Kurdî zimaneke kevn û dewlemend e…
Kurdên ku bi zimanê xwe dijîn, loma bi serbilindî dibêjin:
Ez jî, weke her kurdê ku bi zimanê xwe yê xweş û şirîn dijî, bi dewlemendîya wê ya ku di Wiktionary’da cîh digre, dilşad û kêfxweş dibim.
Jiber ku di nav wê dewlemendîyê da xemla jîyana xwe dibînim.
Ew dewlemendîya ku bi gotinên pêşîyan…
Bi deng û awazên dengbêjan…
Bi vegotinên çîrokvanan va hatîye xemilandin…
Ev xeml û dewlemendîya ziman e, ku jîyana me jî bi wê dewlemend dibe û dixemile…
Loma wek her kurdê ku bi zimanê xwe şirîn dijî…
Bi zimanê xwe yê dewlemend difikire û diaxife…
Ez jî bi dewlemendiya zimanê xwe kêfxweş û serbilind im.
Bi şabûn û pîrozbahîya zimanTirkên me dikenim…
Jiber ku ew ji dewlemendîya zimanê xwe hayîdar nînin…
Ji tahma zimanê xwe yê şirîn bêpar ma ne.
Lê dîsa jî bi dewlemendîya zimanê xwe yê ku nizanin, ya jî nikarin bi kar bînin, şa dibin…
Ez kîngê rastî şabûn û pîrozbahîya zimanTirkên me werim, ji wan dûr bim û dengê min negihîje wan jî, bi sosretîya wan dikenim û dibêjim:
-Ji we ra çi, zimanê me zimaneke feqîr û qedexe, ya jî azad û dewlemend e?
-Ger ku ji dewlemendîya wê kêfxweş dibin û pîroz dikin, kêfxweşî û pîrozbahîya xwe çima bi zimanTirkîya xwe tînin cîh?
-Ger ku dizanin, çima di jîyana xwe da bi kar naynin û wê dewlemendîyê bi destê xwe dikujin?
-Ger ku nizanin, çima li zimanê xwe yê dewlemend venagerin û qasî para xwe jê tahm nakin?
Bi rastî jî kurdî zimaneke dewlemd e…
Ne tenê bi hêjmara peyvan, kurdî, bi gotinên xwe yên watedar jî zimaneke xwezayî û dewlemend e.
Di nav dewlemendîya kurdî da mirov dikare ji bo helwesta kurdên zimanTirk jî gelek gotinên watedar bibine û bine ziman.
Lê ne pêwîst e, ku mirov ji bo wan xwe biwestîne.
Jixwe bi kulma dagirkerên xwe, gêj bûne…
Divê pehînek jî mirov li qûna wan nexîne…