Jivanê Kewê – Wêjeya Xerîbiyê

Jivanê Kewê – Wêjeya Xerîbiyê

Xeleka vê carê ya bernama "Jivanê Kewê" ku ji aliyê mamosta (Kenaan Bilec) ve tê pêşkêş kirin li ser kanala Gelê Kurdistanê li ser "Wêjeya Xerîbiyê" bûye .

Mêvanê (Jivanê Kewê) ya vê xelekê mamosta û çîroknivîs (Hisên Teha Norî) bû; di xelekê de bal hate kişandin ser wêjeya li xerîbiyê û bandora wê li ser kesayetiya mirovan. Mamosta Hisên Teha Norî ev 25 salin li welatê Almaniyayê dijî her weha komek ji çîrokan nivîsandine bi navê (Fonk) navûnîşana çîrokên wî jî seyr bûye ji ber ku ew bi xwe ajokarê Teksiyêye li Almanya û çîrokên xwe jî serhatiyên ku bi wî re derbas bûne wek ajokarê teksiyê komkirine û hemû kirine çîrok û çap kirîne.

Naveroka çîrokên (Hisên Teha Norî) pitir li ser êş û azarên penaberiyê bi taybet li welatê Almaniya ku çawa keda wan tê xwarin û her weha jiyana penaberiyê li kampan de. çîrokên cuda ne ku balê dikşîne ser hestên xerîbiyê û bandora ku li ser kesayetiya wî çêkirî wek nivîser.

Her weha ew yek hate gotûbêj kirin ku ew wek nivîser hest bi xerîbiyê diket wek nimûne li welatekî ku qanûn têde heye û vegera li welatî jî pêre hate gengeşe kirin.

Tevahiya bernamê di vê lînkê de guhdarî bikin.

https://www.gksat.tv/barnamakan_details.aspx?jimare=107

Sekoya Kurmancî