Edebiyata kurdî bi zimanê kurdî dibe
Nivîs: Ebdulqadir Gok
Edebiyata zimanê kurdî bi zimanê kurdî dibe. Bi zimanên bîyanî kes nikane edebiyata kurdî û zimanê kurdî pêş bixe û melletê xwe bi kurdî jî nikane hînkirin bide...Ziman hebûna gelan e!
Sînor û çarçoveyek ji bo edebîyatê danîn çi bêje û gotin, ne mimkin e.
Afirandin û danîna cure û berhemên edebî êdî dimîne li gorî huner û daxwaza mijûlkarên vê hunerê
*Zimanên cihê hene.*
Grûbên zimanên cihê hene.
*Milet û gelên cuda hene.*
Zimanên miletan û grûbên civakî li rûyê erdê hene.
*Hin ji wan zimanên resmî ne.*
*Ziman jî bi dezgehên dewletî û civakî têne parastin û xurtkirin.*
Ziman,ne tenê wasiteyeke pêwendîyan, herwisa xwedî *roleke sereke ya kulturî û civakî ne.*
*Ziman ji hêla civakî* de nîşaneke nasnameya ferdên kulturî û civakî ne.
*Edebîyat bi ziman tê afirandin* û ziman bi edebîyatê cîh li xwe fireh dike, şax dide, pel dide û dîmenên dilgeş û xweş divejîne.
*Ziman bi saya edebîyatê li nav labîrentên mejîyê însanan digere* , di hişê xwendevanan de hest û ramanan divejîne, xeyaline dilxweş an jî xemgîn û diltezîn li ber çavên wan radixe, *wan li hespên kumêt siwar dike* û bi dilê wan, hefsar berdayî li temamê kaînatê digerîne.
Ziman, ziman û ziman....
XELAT