Zaravayên (Têrmên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî (4)
Zimanzan û Nivîskar: Deham Ebdulfetah
Eger (hûn) xwazyarî vî hestê raperyayî, ‘’qebûl’’ bikin, jixwe Kurdistan ne Silêmanî û Amedê bi tenê ye, belkû Kurdistan… Kurdsitan e û zimanê wê jî, ne soranî û ne kurmancî tenê ye, lê ew jî kurdîyek e… kurdî ye.
Di vê pêvajoyê de pirsa ku xwe dide pêş ev e:
Gelo em ê çawa pirên derbirrînên bêsînor di navbera hemû herêmên zimanê kurdî de ava bikin?
Em ê çawa şêwezarên xwe yên ji hev cuda nêzîkî hev bikin?
Li gora şert û mercên jîngeha me ya îroyî, endezyarên avahîya zimanên cîhanî tekez dikin: Eger zarava di nav şêwezarên têvel de hevbeş bin; ew ê şêwezaran nêzîkî hev bikin.
Em dizanin ku rê dirêj e û qonax dûr e. Lê eger bawerîya me bi me û bi hêvîyên me hebe, em ê bi qasî giranîya wê bawerîyê berê xwe bidin avakirina pirên xewnan!
Di çanda Îranî ya dêrîn (kevin) de hatiye: Rojekê Şah Xisro derketibû nêçîrê, Şah di ber zevîyekê re derbas bû, dît ku cotyarekî kal derxikên darxurmeyan diçîne.
Şah ji cotyarê kalemêr re got: ‘’Ma gelo tu yê ji berên van derxikan bixwî?’’ Kalamêrê pendeyar got: ‘’ Wan çand û me xwar, em ê jî biçînin bila hin bixwun!’’. Anku bapîran ji me re kir, em ê jî ji nevîyan re bikin.
Bêguman em nagihêjin wê dema ku em karibin li ser wan pirên hêvîyan pîyaseya şanazîyê bikin. Lê bila di pey me re jî, hindek kesên me wê sirûda mayinde bixwînin: Wan çand û me çinî, em ê jî biçînin bila hinek dîtir biçinin!
Di vê jiyanê de her kes û her tişt jî bi bîr û bawerî ye. Her bizavek jî hêzeke bawerîyê li pey wê heye, wê bi pêş ve yan bi paş ve dide. Hemû rengên sirûştî jî bi bawerî ne û li gora bawerîyên xwe ew dûrî hev dikevin, yan jî nêzîkî hev dibin, hev himbêz dikin û bi hev re dibin yek reng.
Li gora yaseya pîvanên rengan û pêwendîyên wan, dibe ku du rengên bawermend yan jî pirtirî du rengan, ji xwezaya zimanê kurdî bibin ‘’ta û po’’[1] yên tevna derbirrîna hemû rengên siruşta Kurdistanê.
Reng e ku hin kes di ber xwe de bigirnijin û bibêjin: ‘’Ev xewn e, leylan e! Geşbînî ye, xweşkirina dilan e!’’
Eger na! Ma kî dikare pireke zêrîn di navbera Kirmanşah û Amedê de ava bike? Yan zimanekî hevbeş di navbera çarbendên (çarînên) Baba Tahirê Hemedanî û helbestên Melayê Cizîrî de peyda bike? kî?
Erê rast e! Em jî dizanin ku tu kes neşê sînorên nekarînan[2] derbas bike. Lêbelê em dizanin ku gelek kesên bawermend di çarçoveya karîn û zanînên xwe de, pêngavine giring ber bi çespandina hêmayên hebûna xwe ya taybet ve avêtine. Ew pêşengên wek Celadet Bedirxan û Tewfîq Wehbî, yên ku bi qasî bawerîyên xwe tovên hêvîyan di jîngeha welatê xewnan de çandin. Wan tovên pîroz ber girtin û bûn bingehên gelek zanyarîyên cûrecûr.
Di warê zimên de gelek mijarên sereke hene wek: Rêziman, rastnivîs, hevoksazî û hinin dîtir jî, li ser wan bingehan hatine avakirin. Ew xebata ku di ber zimên de bûbû, ji çarçova şêwezarên kurdî (soranî, kurmancî, hewramî, zazayî/zazakî) derneketibû. Ev rewş jî li gora xwesteka siyaseta zimanî ya wê qonaxê digeriya. Çikû di wê qonaxê de çespandina hebûna zimanê kurdî û parastina wî; ji armanca siyaseta zimanî bû. Ji hêleke dî ve jî, ew ciyawazîya di navbera zimên û şêwezarên zimên de baş xuya nedibû. Bi vê nerînê ew şêwezarê ku hebû zimanê kurdî bû, ne ku ew ‘’ji’’ zimanê kurdî bû; lê ew qonaxa destpêkê bû ji bo demezirandina bingehên mijaran.
Nuha em di qonaxaeke dîtir de ne: Di vê qonaxê de hin ji şêwezarên kurdî gihaştine asta zimanên serbixwe û axiverên wanşêwezaran jî bi wê nerînê li wan dinêrin. Ev jî rê li ber hewldanên ber bi siyaseta zimanekî neteweyî ve, digire.
Bêguman di vê qonaxê de em nikarin pirojeyeke bi qasî damezirandina zimanekî yekbûyî li ber xwe dînin, lê em karin ji dil û can hewl bidin da ku em van şêwezarên kurdî yan jî hinekan ji wan nêzî hev bikin.
Em dizanin ku dema şêwezarên kurdî, bi hin hêmanên zimanî hevbeş bin; bêguman têgihiştina derbirrînên wan jî wê hêsantir be.
Bo vê rastiyê jî, divê em bi hemû hêza xwe hewl bidin da ku em şêwezarên kurdî bi baştirîn şêwaz nêzîkî hev bikin.
Dewamî Heye…..
XELAT