Nivîskar: Mehmet Emin Aslan
Di çanda Kurdande, Kurd bi hesreta lawane. Keç ji bo Kurdan, di beşa duyemdane. Xalê Soro kesek zor karmend û maldare. Bi gor vê maldaryê jî, ji karê xwe hezdike û bi karê xweve girêdaîye. Xalê Soro, çar kur û keçe wî hene; lê hêvî ya xw a pêşerojê girêdaî kuran dibine. Keç ji bo wî dara ji kestî û warê xelkêne. Bala wî zêde li ser keçıkan nîne û keç ji bo wî tiştek îfadenakın.
Xalê Soro dixebite... lawikan dişine dibistanê perewede dibinin… cîhan ji bo zarokan dewran û seyrane; zorok dixwin, veduxun û diğerin. Cil û bergên zarokan fîtoz û qeşenge. Berîka wan tijî, zikê wan têre. Dünya anjî malê dinê, xemê wan nîne. Çawa hebe, xalê soro kanîya masyan ya bi berekete; ew dixebite lawik jî dixwin.
Roj tê, xalê Soro navsaldibe, êdî ji kar sardibe… Rojek gazî zorokan dike û dibêje: “kurîn min wek hun dizanin, edî temenê min li jore. Heta vêga min çi kir, kir. Êdî dora weye! Mal jî yê we, kar jî yê weye. Li kare xwe miqatbin!” kurik li çavê hevdu mêzedikin, wele zor başe dibêjin.
Zarok di karê tucaryê de negîhîştine û nepijyane. ji ber vêyekê çep û rast lêdixin û dem di sere derbas nabe, li fîqa çemurê dixin, kanya masyan ya bi xêr û bêr dimiçiqînin û bê îş û bê kar dimînin. Di bêrîka wande heqê cixarê nîne. Dîsa wek berê, her roj tênê ji xalê Soro pêdivîyê xweyê rojane distînin…
Xalê Soro rojek zor dêşê. Dibêje kurê xwe:”kuro Bedo! Xweda ê min dizane, min yekî wek te ji Xweda nexwestibû. Kuro xwezî Xweda dema ku tu û Sedo didan min, li şuna we bila du keçe weka şîlan û zîlanê jî bidana min û hun nebana. Sere we bixwe bi ser hebûna wede… Bibê nebê wan keçan ez nediruçikandim û kanîya risqê min nedimiçiqandin.
Derdê xalê Soro zor girane. Dibêje:”kuro Bdedo! Ka bangî Sedoke” bedo bangî sedo dike û Sedo jî tê. Xalê Soro wer sorbûye, wê ji sorbûna biteqe. Dibêje: “kurukno! Hun qapîtalî dizanin?” belê, bavo em dizanin. Başe, kurukno! Ez ji wera mîjarek ji kapîtalan binirxînim: dema qapîtal tunebûn, mirîşk zor serbixwebûn; ‘erd pencdikirin, baskên xwe li hevdu dixistin, çind dikirin, heşerê nav purta xwe derdixistin,duroj carek ji hêkek dikirin û jîyanek hur û azad bi kêfa xwe dimeşandin. Dema qapîtalizîm gîhişte wargehê mirişkan, qut avêtin ber mirişkan, zikê wan têrkirin, mirîşk terxan hînkirin. Mirîşkan xwe di bihişta n’emetê de dîtin. Piştî ku mirîşkan qada hurrîyetê dest jê berdan, qapîtalan hemî topkirin û xistin qefesan û bîstûdu santêm cîh dan mirirîşkan. Berwana xwarin tijîkirin û qutlax lê wan werimandin. Mirîşkan ne karîn baskê xwe li bakin, ne nukulê xwe pê xw bixurînin, nejî bi melisin û rihetya xwe bikin. Digel vê îzdirabê, rojê hêkek jî didane kapîtala. Qapîtal bi hêkekî razî nebûn. Bi ser mirîşkan de anpûl pêxistin, şev jî wek rojê nîşanî mirîşkan dan. Bi vî boneyê xew jî bi mirîşkan dan ji bîrkirin. Di 24 demjimêran de, du hêk ji mirîşkan derxistin. Êdî şev û rojên mirîşka, nemabû. Li ser lingan çavên wan diçû hevdû û hêk davêtin.
Kuro lawo! Wejî wek qapîtalan li min anîye. Bes cudatîkî we ji qapîtalan heye. Qapîtala ji bo mirîşkan dîl bigrin û du hêkan jê bistînin gelek ked dane. Lê hun dixazin bê ked j imin hêka bigrin. Min bê ked û emek hemî hêkê xwe emanete we kir. Êdî ez sewr bûme û heka nakim. Aha hun aha dinya…!
Bedo, êdî hêvîya wî bi xalê soro nema. Wek tê zanînê birsî jî jîyan nameşe. Ket sere rêk û dirban li kar gerîya. Tîh û birsî, kince li ser peritîne. Li ser jîyana xwe a borî difikire… lê ew jîyan êdî çûye. Gotina mezınan dikeve bîro wî. “roj çû ava ê dî venagere” hinek daha difikire bi bîr tîne ku mamosteyê wî jêre digot: “ku ker ket çamurê ji ji xweya zeximtir kes nîne” bedo dibêje: ker ezim û çamurjî ev rewşa mina xerabe…
Rê dûre lê ji birsîna êdî jûnyê wî nagre ku bi rêde here. Kalek rastî wî tê. “kurê min tu çima lingê xwe bi xwere dikişînî?”
Bedo dibêje: “ kalo ji birsînaye” kale derdixe ji hebana xwe perçekî nan dide û jêre dibêje: “li vî bajarî çewlika berazan heye û li karkera diğerin. Here li wir bişixule û heqê nane xwe derxe”
Bedo perça nan dixwe û hindik gîyan pêva tê û diçe bajêr, çewlikê dibine. Bi serkarre diaxife serkar bedo hildide kar û bedo dest bi şixul dike. Pêwîra wî, li ber makînê yêmê berêzane. Rojê sê danan, alif li ser makînan ber xinzîran tijî dike û beraz tim deve wan di afirê wandeye û dixwin.
Rojekî tê bîra Bedo ku herdem xalê Soro jî werkî li wan mêzedikir û zikê wan û bêrîka wan diwerimand.
Piştre bedo didin ber makîna berazdotinê. Ew rojê du caran wan beraza didoşe û şîr teslîmî ‘enbarê dike. Disa tê bîra Bedo û dibêje:”erê wele bavê min her dem zikê min têrkir, lê min tu car şîr neda. Şerîke teslîmî me kir, me şerîkê ruxand. Ez nabim mirov. Ger ez mirovbûma, karê min li vir çibû?”
Rojek makîna şîr di deste Bedo de xera dibe. Serkar wî digre dide ber çêlikê berazan. Bedo li çêlikan meze dike. Beraz diterikin, çêlkên berazan ji ber digrên û dibin cîhê mêzekirina tayîbet Ji bo xwarina însanan hazirya goşt dikin… wan berazên terikîne cîhê wan zor tenge. Nikarın xwe bizivirînin û biqulibînin, hînga xwîn û xizem ên wan zaha nebûye, barazên nêr berî nava wan didin û dîsa bi hemle didin hîştin. Bedo serê xwe dide navbera herdu deste xwe û dibêje: wax li minê! Bavo ji qapitalîzmê mijûl dibû, lê min nezanî bû, ku qapîtalîzim çîye, ewana ji mêşê don digrên!” hişê Bedo tê serê Bedo û bere xwe dide mala xwe, lê di piştî zehmetê ku li çewlika berazan.
Rewşa xalê soro zor xweabe. Xalê Soro êdî kale.
Keçen xalê Soro rewşa wîya xerab dibînin, zend û bendan hildidin. Şîlan û Zîlan gel ku neçûne dibistanê, xwe didin rexê xalê Soro, ji tecrübe ya xalê soro ya tîcarî sud werdigrin û xalê Soro tînin ser kemla berê. Xalê Soro gotina seyda ê Xanî ya, “bû şêr çi, jin çi mêr!” dikeve bîra wî. Gazî herdu keçen xwe dike û dibêje:” ez yekem ji seyda ê xan î duyem jî ji we lêborîn dixwazim, ku min jin û keda jinê fehim nekiribû!
Şîlan û Dîlan ji bo bavê xwe, çepikan li hevdidin û dibêjin: bextewarî ji mere Ku me keda jin û dayîkan bi te da zanîn. Dîlan dibêje: bavo! Ji bo hun keda jin binasin divê ku hun ji ser zîn û zengûyên xwede bikevin? Ma jîyana mırovahyê di navbera mêr û jinande nîne? Hun bo jinê bê wate û bê rumet dibinin, ma nabêjin jin jîyane?” xalê Soro dibêje: keça min, min lêborîn xwest. Êd ez dizanim çukek çawa bi du başkan firdide, werjî dizanim jin baskek jîyanêye.
Sedo jî bere xwe daye welatê xerîbî û xurbetê. Dur diçe, nêzîk diçe… bi karkerek ku kargeha nift û gaza xwezaî bi rêve dibe hevnaskirin çêdike. Karker jê pirsdike: gelo bo tu aqasa jar û perîşanî? Sedo dibêje:” min karê xwe wendakir ye û ez bê karim” karmend dibêje: dibe ku mrov kare xwe wendake. Lê divê mirov hêvîya xwe a bi pêşerojê winda neke. Kesê hêvîya pêşerojê wendake, şeref û rumeta xwe a jîyanêjî wendadike” Karmend sedo dide cem xwe û li kargeha niftê dide şixulandin. Di nava tort û qîr û qetranê de kinc li ser Sedo kermêl digrin û çavê Sedo ji qilêrê nayê xwanê. Xalê Soro û keda xalê Soro dikeve bîrê, xwîn ji kezebê diçe lê “xwekirya derman nîne” Bes Sedo ciwanek zîreke û kare xwe bê qisûr dike. Karmend li rewşa Sedo mêzedike, di’ecibîne. Bangî Sedo dike: kurê min tu ji îro pêva li çayêxanê li ça û qehweya min mêzedikî û ji xizmeta min berpirsyarî. Here kincên xwe biguhure hemam bike, ser û ruyê xwe kürke û were dest bi pêwîrêke”
Sedo dest bi pêwîrê dike. Roj û meh di sere derbasdibin, êdî ji civînên rivebiran jî agahdar dibe. Rojek di civînêde li ser rewşa sermaye diaxifin. Endezyarek xwedan tecrübe û di kare xwede serleftî dibêje:”derxistina donê fosîlan bi zehmete. Bi tene enerjî, dohnê fosîla jî nîne. Em ji bo çî, ji vî Roj a ku bê sînor enerjî dide sud wernagirin! Meyzînin ji ajal û nebatatan her hebûn enerjîya xwe ji tavê digrê. Carek bi tene li gula berbiroj mêzekin! Qet bere xwe ji rojê naguhurîne. Divê em tiştên bi zehmet û bi sînorin. xwe pere ranewestînin. Em berê xwe bidin ‘enerjî ya bê sînor. Li ser endezyar pirojekî li ser enerjî a Roj ê çekin, biryar distînin û civînê bi dawî dikin.
Jetona Sedo dikeve. Dibêje wey li min nezanî! Ma mezina vala gotıbû: “sê dişminê me hene, xezanî, nezanî û bêtifaqîye” enerjîya Rojê karê bavê mebû. Sedemê mezin ji vê rewşa meya xerab, xezanî û nezanîya me, bêtifaqîya mebû. Vala negotine “mirov neke bi pirsa mezina li mirov çêdibin siroyên bizina”
Li wê deme, biryara qetandina ji kar digre û bere xwe dide welatê xwe. li rexê bajar ew û bedo digîhîjin hevdu û hevdu hemêzdikin, hesreta wan diçe. Piştre çîroka jîyana xwe ji hevdura dibêjin. Bedo dibêje:”bira ez bawerim li peyî van zor û zehmetya hişê me hate sere me. Ez hêvî darim ku bavo li jîyanêbe. Lê texmîn nakim. Lewra feqîrî kirasê agire. Naha bavo şewitadîye. Ev jî ji bêkêrî a me bû. Bere xwe didin mala bavê xwe li şuna malê qesr û qonaxan dibinin. Xwîşkên wan qet di bîra wan nayên. Dibêjin:”hey wax! Mala bavojî li şûnê nemaye” li derinca mêzedikin: kalek gopalek zîvîn di dest de du keçikên xemilandî li rast û çepê wîne, ji derincan de tên xwarê. Baş mêzedikin çi mêzekin ku xalê Soro, Şîlan û Zilanin. Xwe davêjin hemêza xalê Soro, destî wî dixin deve xwe û dibêjin:”bavo, sipasî ji Xweda ê mîrîbanre, me ev car jî tu bi selametî dît…!” Xalê Soro dibêje: “bele ez li jîyanême, du heb şepalê min jî baskê mine jîyanêne. Ew ihtişama ku hun dibini jî keda herdu şeplê mine. Gelo wejî jîyan naskir?” Sedo û Bedo bi hevre belê bavo! Heta me naskir, em jî di dojehêre derbasbûn. Pêwîr ya bavoye. Tu çibêjî em ji emre tere amedene. Xalê Soro dibêje: “kurên min! Min mafê keçan xwar û wana naşandin dibistanê. Ez tênegîhîştibûm ku jin jîyane. Keçên min jî çavkanîya jîyanêne. Êdî ez bi kêfxweşî dibêjim: ezim bavê şîlan û zîlanê. Şîreta min; “Şîlan û Zîlan wê bibin rêvebir hun jî wê bibin xizmetkarê dîwanê. Jin jîyane, mêr jî berhemê jınane. Ji bîrnekin du baskê jîyanê hene: yek jin, yek mêr. Xalê soro bavê kur û keçane. Jîyanek dadwer û wekhev man û nemane” Zarok bavo! Şîret a te li ser herdu çavan… em ji te û xwîşkê xwe lêborîn dixwazin. Ew û xwîşkê xwe hevdû hemêz dikin û hesreta xwe dibin, di piştî zor û zehmetîyan, ji nuhve dest bi jîyanê dikin….