JI ÇÎROKÊN SEFERBELIKÊ

JI ÇÎROKÊN SEFERBELIKÊ

Nivîskar û lêkolînvan: Salih Heydo

  

Ciwamêrekî ji malbata Cum'ayê Mêrsinî (1) carekê di civatekê  de li Qamişlo ku ez lê rûniştî bûm wiha got: Di salên 1970 an de xortekî me li Welatê Sovyetistanê, bajarê Moskoyê   dixwend,lewra Avserê(zabit) Rûsîyî payebilind  ku çavdêriya xwendkarên dewletên biyanî di ekadîmiyê de dikir ew xweste ofîsa xwe û bi zimanê Ûrûsî jê pirsî ku tu ji kîjan dewletê yî?

Xwendekar jê re got: Berêz ez ji Sûriyayê me

-Ji kîjan devera Sûriyayê ?

-Ji devera Qamişlo yê me

-Tu ji çi nijad û milletiye?

-Ez ji nijadê kurd im

-Tu gundê Çewdaran nas dikî?

-Belê berêz ez xweş nasdikim û gelek caran ez çûmê de û sînordarê gundê me ye!

Piştî van pirs û bersivan avserê Ûrusî jê re got: Tu dizane ku ez bi xwe kurd im û ji Çewdara me!

Xwendekar seyr û şaşmetelmayî ma ji bersiva Avserê Moskoyî ku çilo ev avserê Miskoyî ku yek peyvê bi kurdî nizane û li Moskoyê ye û tîp û tîtalên wî weke nijadê Selaviyaye û dibêje ez kurd im û bi ser de jî çêla Qamişlo dike û dibêje : Ez ji Çewdara me!!!??? Bi rastî seyr û deraqile!

Lewra ji yê avser dipirse ku çawa û çilo tu kurd î û ji gundê Çewdarayî?!

Avserê Ûrusî lê vedigerrîne û çîroka xwe bi vî awayê jêrîn ,bi hûrgilî Şirovedike û dibêje:

Di sala 1914 an de Osmanîyan  Papîrê min ji devera Qamişlo,gundê Çewdara digirin û wî dajon bereya Qevqasê di seferbelikê de ji bo şerrê di navbera Osmaniyan û Ûrusan de,Lewra Bapîrê min dîl dikeve destê Eskerên Ûrus,Piştî ku Osmanî dişikin û Eskerên Ûrus derbasî welatê Serhedê dibin, dikevin bajarê,Agriyê,Erziromê,Mûşê,Bedlîsê,Wanê û hemî bajar û bajarokên bakurr î kurdistanê zeft dikin û  şerr bi dawî dibe û dîlgirtiyan berdidin,bapîrê min jî li Qersê dîlê destê eskerên Qeyser e, ew jî tê berdan, lê li Rûsyayê dimîne,Ji ber ku xortekî bedew,berbiçav û qenc,wefadar û rast bû avserekî Ordiya Qeyserî wî dibe cem xwe malê û piştî şêwrê  keça xwe didiyê de û karekî jî jê re dibîne heya dibe xwedî mal û kuflet,Lewra zarokên ku ji wan re çêdibin hemî bi navê Rûsî bi nav dikin û bi zimanê rûsî dipeyin,piştî ku bapîrê min diçe ser heqiya xwe kes ji zaroyên û neviyên wî  bi kurdî nizanin û jinan ji xalanên xweyî  Ûrusan tînin û wiha di civaka Moskoyê de mezin dibin û asmîle dibin ji hêla ziman û çandê ve û ji hêla ol û ayînê ve jî dibin Xiristyanê Ersoziksî û dibin Ûrus û ez yek ji neviyên wî me,lewra timî bi kul û keser Ji min re digot: Lawo ez kurd im,ji berriya Mêrdînê me ,devera Qamişlo û gundê min Çewdara ye,lê çi bi destê min tê??!! Her wiha avserê Moskoyî pêde çû û berdewam kir û got:Lê sed heyf û mixabin ez bi zimanê nijadê xwe nizanim,lewra gelek caran ku ez hin ji kurdan li Sovyetê   dibînim pir kêfa min tê û yekser bi wan re diguncim weke ez xwediyekî xwe bibînim!Çiku ez dizanim ku ez ji wî milletî me,û di pirrê caran de jî dema dibe çaxê xeberdana û pirogramên Radyoya Êrîvanê li Qevqasyayê ez lê guhdarî dikim ,tevî ku ez di xeberdanê wan de nagihêjim,lê zehf bi saz û mûzîk û stranên wan ve tême girêdanê,her wiha carcaran jî dema valabûna xwe ez diçim,komarên paş Qevqasê weke: Gurcistanê,Ermenistanê û Azerbeycanê da ku ez kurdan bibînim,tevî ku gelekî ji Moskoyê dûr in jî lê hezkirina milletê min li cem min her min dikişîne,lê tenê ez kurdnijadim,lê ziman û tevger û jiyana min Ûrusiye. Lewra yê xwendekar got: ji wê rojê de ew î avserî gelekî guh dida min û carcaran ez vexwendî ser xwarinê dikirim û her ji min re digot: Ez dixwazim tu ji min re li ser devera Qamişlo ,nemaze gundê bapîrê min Çewdara bipeyive her wiha carekê ez birim mala xwe jî û nanekî layiq ji min re danî û kufletên malê hemî hatin û ez bi wan naskirin dam û got: Ev xwendekar Kurd e, ji Sûriyayê ye, ji devera Qamişlo ye û sînordarê gundê Çewdara ye,gundê Bapîrê we,lewra em û wî ji yek dever û yek milletî ne ?!

-------------------

(1)Malbata Cum'a ji malbatên xwedî gund û zevî ne di eşîra Mêrsiniyan de û gundên wan di naverasta bajarê Amûdê û Qamişloyê de ev in:

Hasdê,Sorka,Xezalîkê ,Kêstek,Hermê kerenga ,Bîrabazin,Rengo û Olçiya

 

XELAT/Jêder: Rupela Salih Heydo