KURTEJIYANA DILAWERÊ ZENGÎ
*Dilawerê Zengî, navê wî yê durist Ibrahîm kurê Ismaîl e, Ismaîl kurê Mihemed e, Mihemed kurê Emê ye. Piştî şewata Sînema Amûdê, bi heşt mehan, di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatiye dunyayê.
*Ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir. Lê xwe ji xwendina pirtûkan û çûn û hatina li nik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir.
*Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik)e, û ji êl û ‘eşîra Dumila ye.
*Di dema şerê Dewleta Osmanî û Ûris de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê, kalkê wî (Mihemedê ‘Emê) tevî malbata xwe, ji gundê xwe derdikevin û berî didin Binxetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimre. Lawên wî (Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed “Hec Emîn’’) mişextî binya Xetê dibin û li bajarê Amûdê bicî dibin.
*Di sala 1979an de, li Amûdê bavê wî diçe ber dilovaniya Xwedê, di wê salê de, dest bi nivîsandina helbestanê dike.
*Li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Evê diyê (Ferîde Elî) riç û bandûreke mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyariyê dike. Diya wî Ferîde Elî gelek zarok ji nav agirê sînema Amûdê riha kiriye. Hêjayî gotinê ye ku birayê wî Ehmed di Sînema Amûdê de şewitî û birayê wî Mihemed jî ji ber riç û bandora şewata Sînemê tim nexweş bû û li vê dawiyê ew jî mir û bi jiyana xwe şad nebû.
*Bandûra Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê bavê kal) pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina elfabeya Latînî- kurdî dike.
*Du salan li gundê (Gir Sor) mamostetî kiriye.
*Di sala 1979an de, li ber destê seydayê Tîrêj hînî awayê nivîsandina helbestê dibe, û ji wê rojê de heta roja koçkirina seyda hevaltiya wan sereqet dike. Hêjayî gotinê ye ku seydayê Tîrêj navê Dilawer lê kiriye.
*Di sala 1980an de, ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zanîngeha Şamê kar dike. Piştî heşt salan ew dûrî karê xwe dikeve. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin, lêkolîn û xebata ji bo ziman, çand û wêjeya kurdî re vala dike.
*Di sala 1983an de, li ber destê Osman Sebrî hînî nivîsandina pexşan û serbest dibe. Ji wê rojê de, li dora deh salan, têkilî di navbera wan de sereqet e ta sala 1993 ku Apê Osman ji nav me koç dike.
*Li bajarê Şamê gelek qursên fêrkirina zimanê kurdî li nav kurdên Şamê lidar dixe û bi sedan xort û keçên kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike.
*Di warê ramyarî û siyasetê de, li dora 35 salan kar kiriye û di vî warî de gelek keda wî heye.
*Di sala 1987an de, Rewşen Bedir-Xan nas dike.
*Piştgiriya Rewşen Bedir-Xan di wergerandin, amadekirin û weşandina çend pirtûkên wê û yên malbata wê de dike.
*Di sala 1991ê de, piştî serhildana Kurdên başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û wêjeyî lıdar dıxe.
*Di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên kurdî de kar dikir. Mîna: Gelawêj, Pirs, ElHîwar û Newroz.
*Ji bilî nivîsandina lêkolîn û helbestan karê rojnamevaniyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsandiye.
*Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan ên navdar ji tîpên erebî veguhestiye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsandiye, ji wan: (Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Bêbuhar, helbestvan Ebdurehmanê Mizûrî, helbestvan Hizrevan û htd.
*Li dora (300) pirtûkên li ser wêje, çand, dîrok, û folklorê kurdî çapkiriye û her wiha gelek kovar, rojname û posteran daye çapkirin û weşandin.
*Di sala 1985an de jin aniye. Sê kur û keçek wî hene: (Royar, Rodî, Ronî û Rewan).
*Di sala 1998ê li gel hin nivîsevanên roavayê Kurdistanê, (Xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan) damezirandine.
*Di 12/7/2000an de, li ser navê Komîta (Xelata Osman Sebrî) diçe bajara Enqerê û xelatê pêşkêşî prof. Ismaîl Beşikçî dike.
*Di sala 2004an li ser navê Komîta (Xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danyêl Metran.
*Di sala 2008an li ser navê Komîta (Xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil.
*Gelek caran serdana başûrê kurdistanê kiriye û ji aliyê serokê kurdistanê Mesûd Barzan û Celal Telebanî û gelek serkirdayetiyên partî û rêxistinên siyasî û rewşenbîrî li başûrê kurdistanê dihate pêşwazî kirin.
*Têkilî, danûstendin û hevaltiya wî bi van navdaran re pir xurt bû: Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbuhar), ronakbîrê mezin Osman Sebrî, wêjevana gewre Rewşen Bedirxan, dîrokzan Hesen Hişyarê Serdî, helbestvan Mele Nûriyê Hesarî, helbestvan Keleş, helbestvan Hamid Bedir-Xan, helbestvan Umerê Le’lê, helbestvan Ehmedê Palo, helbestvan Hadî Behlewî, zimanzan Rezoyê Osê, wêjevan Tewfîq Huseynî, Nivîskar Mihemedê Cemîlê Seyda, helbestvan Mihemed Elî Heso, helbestvan Ehmedê Şêx Salih, Wêjevan Mehmûdê Hac Sebrî.. û htd.
*Berhemên wî di warê helbest, çîrok, ziman, dîrok, wêje, folklor û wergerandinê de, li dora (50) pirtûkî weşandiye. Gelek pirtûkên wî yên destnivîs hene..
* Ji ber rewşa siyasî û lêpirsîna ewlekariya dewletê, ji bilî navê xwe yê nivîskariyê, di bin gelek nasnavan de berhem, pirtûk, gotar û lêkolînên xwe belav kirine.
*Ji sala 2013an-2020an de, ew serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyayê bû.
Berhemên wî:
*Dîwana (Pêdarî), helbest. pêşgotina: Seydayê Tîrêj e. Çapxana Emîral, Beyrût- Libnan, Sal: 1985.
*Berî Heyv Hilê –Komek çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê erebî. Ji weşanên Mîdiya-Erbîl. 2001.
*Bîranînên Osman Sebrî, bi zimanê Kurdî, sal: 2005. Beyrût-Libnan. çapxana Emîral.
*Şerên Sasûnê, Osman Sebrî, komkirin û amadekirin. Bi zimanê kurdî sal:2005, Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral. Careke din li Istanbolê, li weşanxaneya Pêrî, 2005- hatiye çapkirin.
*Qedrî Can (Helbest, gotar, çîrok û wergerandin), amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî). Çapxana komal, Istenbol, sal:2004. Careke din ev pirtûk li çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. Sal: 2005an de hatiye çapkirin.
*(Wesenun Lil’işiq) dîwanek ji helbestan- wergerandina: Şêx Tewfîqê Huseynî bo zimanê erebî. Weşandina Dar –Kîwan, Şam , sal:2005.
*Muxtarat (Lîqaat we Hîwarat= Hilbijartin (hevpeyvîn û hevdîtin), Perçê yekem, Beyrût-Libnan, Çapxana Emîral, Sal: 2009.
*Muxtarat (Lîqaat we Hîwarat= Hilbijartin (hevpeyvîn û hevdîtin), Perçê duyem, Beyrût-Libnan, Çapxana Emîral, Sal: 2009.
*El-Etyaf El-Madî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral. 2009.
*Bînahî-(Gotar, lêkolîn, helbest û hevpiyivîn), Beyrût– Libnan. Çapxaneya Emîral. Sal: 2010.
*Ji wêjeya dozê. Amadekirin û komkirina D.Zengî û Ehmed Şihab. Elmanya- Berlîn- 2011.
*Osman Sebrî. ( Jiyan, Têkoşîn û Berhem). Beyrût-Libnan. Çapxana: Emîral. Sal: 2012. Bi zimanê kurdî-erebî.
*Çîroka Alaya Kurdî. Qamişlo. Çapxana: Pêla, Sal:2012.
*Pirtûka (Wêjeya Kurdî- Di navbera Rastî û hêviyan de), Qamişlo, sal:2014.
*Pirtûka (Kurd û Kurdistan ‘’Di nav rêwîtiyên dîrokê de’’), bi zimanê erebî, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal:2015.
*Zimanê me, Qamişlo, 2015
*Rewşen Bedir-Xan, ( Jiyan û Berhem). Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2017.
*Ji Xunava Bîranînan, (Dîtin û Hevpeyivîn), Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2017
*Rewan, (Gotar û Lêkolîn), pêşgotina Dilovanê Deştê, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2017 .
*Qîrîna Mirinê, bi zimanê Kurdî, pêşgotina Dilovanê Deştê, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2019.
*Dîwana Gulistan, , bi zimanê Kurdî, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2019.
*Jiyanameya Kurdînivîsên Roavayê Kurdistanê, cild1, Çapxana: Mîran, Qamişlo, sal: 2023.
*Hedîl ElYemame Fî Yewm Elqiyame, Çapxana Mîran, Qamişlo, Sal: 2024
*Çemk û çemek, Çapxana Mîran, kutepêşgotin: Ferîd Cizîrî, pêşgotin: Dr. Diyaa Receb, Qamişlo, Sal: 2025
*Raman û wêje, Çapxana Mîran, pêşgotinan: Qehar Silo, Qamişlo, Sal 2025
Wergerandin:
*Ji Mesela Kurdistanê, Celadet Bedir-Xan, wergerandiye zimanê erebî, çapxana Emîral, Beyrût, sal: 1990.
* Gramêra Zimanê kurdî, Celadet Bedir-Xan û Rojê Lîsko, wergerandiye zimanê erebî, çapxana El-Elem, sal: 1990. Şam.
*Bedir-Xanî di Cizîra Botan de, Malmîsanij, wergerandina: Gulbuhar Bedirxan û D.ZENGÎ. Çapxana Emîral, sal: 1998.
*Bîranînên Osman Sebrî, Ew û Horamî Yezdî wergerandine zimanê erebî, sal: 2001. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Qedrî Can (Helbest, Gotar, Çîrok û Wergerandin) Ew û Horamî Yezdî, ji zimanê kurdî wergerandine zimanê erebî, li başûrê kurdistanê hate çapkirin. Çapxana Aras, Hewlêr 2001.
*Ebdulrezaq Bedir-Xan, wergerandiye zimanê erebî, Çapxana Emîral, Beyrût – Libnan, sal: 2010 .
*Bîranînên Celadet Bedir-Xan. Komkirin û wergerandin. Bi herdû zimanan /kurdî-erebî/. Çapxana: Emîral. Beyrût-Libnan. Çapa: Didiwan. Sal: 2010.
*Çîrokên Kurdî, Danheva: Rojê Lîsko, Wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî: Ew û Tewfîq Huseynî, Şam, sal: 2010.
*Serpêhatiyên Kurdan, Tîrêj, (Beşê 1-2), wergerandin bo zimanê erebî, Ew û Tewfîq Huseynî –Şam, sala 2010.
*(Tedarîs El-Edeb El-Kurdî), wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî, (Çend lêkolîn), Qamişlo, sal: 2014.
*(Xwendina Kurdî), Kamîran Bedir-Xan. Wergerandin bo zimanê erebî. Çapxana Pêla, Qamişlo, sal: 2017.
*(Raperîna Çanda kurdî di Kovara Hawarê de), Daner: Dr.Husên Hebeş, wergerandin ji zaravê Kurdmancî bo zimanê erebî, weşanxana: Dar, Qamişlo, sal: 2017.
*Tabloyên Şerefnamê, Ebdulreqîb Yûsiv Zivingî, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2018.
*(Destpêka edebiyeta kurdî), Mihemed Uzun, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî, Çapxana: Pêla, Qamişlo, Sal: 2019.
*Şerên Sasûnê, Osman Sebrî, wergerandin ji zimanê kurdî bo zimanê erebî, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2019.
*Kurdên Çewisandî û Birayên Wan Ên Misilman, Cemal Nebez, wergerandin ji zimanê erebî bo kurdî, çapxana Pêla. Qamişlo, sal: 2021.
*Yûsivê Çelebî û pêvajoya afirandinê, Faris Osman, wergerandin ji zimanê erebî ji bo zimanê kurdî-kurmancî, çapxana Mîran, Qamişlo, 2025.
Pirtûkên ku ji tîpên erebî veguhestine ji bo tîpên latînî:
*Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, bi alîkariya seydayê Tîrêj, ji tîpên erebî veguhestiye tîpên latînî. Şam, 1984 (Destnivîs) e.
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî ( Ji Evîna Çirayên Kevin) veguhestina tîpan, ji erebî bo kurdî, sal: 1991. Şam.
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li Xelkî Tehlê li Min Şîrînê)- veguhestina tîpan, ji erebî bo kurdî sal: 1991. Şam.
*Şerefnameya Menzûm, Cegerxwîn, ji tîpên erebî bo tîpên Latînî, û lêveger û ravekirin. Çapxana Emîral, sal: 1997.
*Ez û Agir, Dîwana helbestvan Hizrevan, veguhestina tîpan, çapxana Emîral, sal: 1998.
*Dîwana Helbestvan Yûsivê Berazî (Bêbuhar), Zindan, veguhestina tîpan û pêşgotina: D. Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.
*Dîwanên seydayê Tîrêj (Xelat-1, sal:1985, Zozan-2, sal:1990 û Cûdî-3, sal: 1998), veguhestina tîpan û pêşgotina: D.Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxana Emîral.
*Mewlûda Pêxember, Tîrêj, veguhestina tîpan û pêşgotina: D.Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxana Emîral. 2006.
*Serpêhatiyên Kurdan, Tîrêj, veguhestina tîpan û pêşgotina: D.Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxana Emîral. sal:2009.
*Dîroka Kelepûra Mîrnişîniya Botan, Mele Xelefê Bafî. Veguhestina tîpan. Bi zimanê kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Nivêjên Êzîdiyan- Celadet Bedirxan- Veguhestina tîpan ji erebî bo latînî: D. Zengî, Çapxana: Pêla, Qamişlo, sal: 2017.
*Mewlûda pêxember, (zanhaweya pêxember), Mela Nûriyê Hesarî, pêşgotin û veguhestina tîpan: Dilawerê Zengî, Qamişlo, çapxane: Beyan, sal: 2024.
*Ferxo û Sitî, Mela Xelefê Bafeyî, Serpêhatî, veguhestina tîpan ji erebî bo kurdî, (Destnivîs).
*Alîkariya Rewşen Bedir-Xan di amadekirina hin pirtûkan de kir, ji wan:
*Name bo Mistefa kemal Paşa (Celadet Bedir-Xan). Wergerandina Rewşen Bedir-Xan. Beyrût, 1990.
*Bîranînên Min, Salih Bedir-Xan. Wergerandina Rewşen Bedir-Xan. Şam, 1991.
*Mîr Bedir-Xan: Lutfî, wergerandina: E.S. Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedir-Xan û Dilawerê Zengî. Çapxana Emîral, Beyrût, sal: 1993.
*Bîranînên jinekê (Perçê dudiwan). Guzîda Sebrî, wergerandina Rewşen Bedir-Xan, weşanxana Dar El-’Elaa, Şam, 1996.
Xelatkirin:
*Di sala1999an de, ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname)yê werdigire.
*Di sala 2011an de, careke din ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname)yê werdigire.
*Di sala 2012an de, ji hêla komela Celadet Bedir-Xan ya çandeyî li bajarê Qamişlo hat xelat kirin.
*Di sala 2013an de, ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Hesekê ve hat xelat kirin.
* Di sala 2013an de, ji hêla Peymangeha Bedirxan a zimanê kurdî li Dêrikê bawernameya şanaziyê ‘’Rêzname’’ hat xelat kirin.
* Di sala 2013an de, ji hêla komela Şawişka li bajarê Qamişlo hat xelat kirin.
* Di sala 2015an de, bi Xelata Seydayê Tîrêj, ji alî Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê hat xelat kirin.
* Xelata Azadiyê ya Şehîd Miş’el Temo ya herdû salan 2017an-2018an, li bajarê Qamişlo wergirt.
* 25-26/09/2022, li ser vexwendina Yekîtiya Nivîserên Kurd- Duhok, di Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî-5 beşdar bû.
* Xelata Roja Rojnamegeriya Kurdî, sala 2023, ji Partiya Demoqrat a kurdî li Sûriyê wergirt.

XELAT
