Çîroka strana Smaîlê Xelîl

Çîroka strana Smaîlê Xelîl

Nivîskar: Sileman Demir

 

Gundê me Çalê û gundê Talatê dor saetekê bi meşê dûrî hev in, em hemû hevdu nas dikin.

Dibêjin ku Hessê li gundê Talatê heye, Hessê omerî ye lê bi esil ne Talatî ye, ew li Talatê pêgirtiyê mala Xelîl e. Xelîl xurt e, mezinê hêleke gund e û dewlemed e, pez û rezên wî pir in, li gund qesra wî tenê dutebaqe ye.

Jinebiyek li Talatê heye, hin dibêjin ku Hesse çûye li dora wê geriyaye. Demsal havîn e, dema miştaxan e. Xortên ji malbata jinebiyê dikin herin li nav rezan li Hessê bixin û guhê wî jê bikin. Hessê direve, xwe diavêjê bextê Xelîl. Rezê wan jî li wê nêzîkê ye û li ser miştaxê ne. Xelîl dibêje ku bêbextî li Hessê hatine kirin û wî diparêze.

Hessê wê rojê heta êvarê li ba Xelîl dimîne, nema wêre ji ba Xelîl here. Êvarê gava vedigerin gund, Hessê jî bi wan re vedigere. Heta wê gavê malbata din şêwra xwe dikin û derdikevin jêra gund pêşiya wan da ku li Hessê bixin. Pevçûn derdikeve, yek ji malbata jinikê tê kuştin. Hin dibêjin lawê Elîkê Gurrî ye, hin dibêjin birayê wî ye û kuştina wî dikeve stûyê Simaîlê lawê Xelîl. 

Ew roj wilo diçe; lê zilamek hatiye kuştin. Malbata xwediyê ê kuştî dişêwirin û pîlanên hilanîna tola xwe dihûnin. Piştî demekê digihên biryara ku Elîko here Simaîlê lawê Xelîl li ser qesrê, di xewê de bikûje. Lê qesir bilind e. Jineke teşîrês dişînin da ku here ser qesrê, teşiyê birêse û bi qesrê de berde û pîvana qesrê derxe. Jinik wilo dike. Bi dû re Elîko û merevên xwe diçin dareke dirêj, yeke dugulî ji daristana navbêra Talatê û gundê Sîtê tînin, dikin wek pêlekanekê û Elîko wilo derdikeve ser qesra ku Simaîl li ser radizê û wî di xewê de, bi demançê dikuje.

Piştî wê Elîko ji gund û herême direve, lê ew jî ne dereng li gundekî nêzîkî Nisêbînê tê kuştin.

Gava Simaîl tê kuştin, ew ciwan û nûhatî ye, hîna bi destgirtî ye û li ber dilê bavê xwe delalî û şêrîn e. Tê gotin ku navê destgirtiya wî Durrê ye û ji gund e.

Wê demê bi xwe, mitirb li Talatê hene. Xelîl qût û peran dide wan û dixwaze ku ew stranekê li ser Simaîl bêmirad çê bikin; çê dikin û dibêjin.

Strana Simaîlê Xelîl wisa çê bû. Bi dû re him stranbêjên Omerî ew stran gotin, him li seranserê welêt gelekên din gotin û li gora xwe baştir kirin û stran her carê hinekî din hat guhertin. Îro jî tê gotin û li gora bê kî dibêje, hinek guhertinên din tê de dibin. Lê maqam û melodî her wek xwe mayê.

Tê gotin ku Simaîl bi demançê hatiye kuştin, lê ez ji herêmê me, tê bîra min, ez zanim ku heta dawiya salên 1960î jî tu kesan li wê herêmê îstîmal bi demançan nedikirin, tiving tenê hebûn. Dawiya salên 1960î, sîtan (ji demançan mezintir bûn, lê ji keleşkofan biçûktir bûn, 15-20 fîşek dixwarin) ketin destên hin kesan.

Tu kes bi esehî nizane bê bûyera ku ji strana Simaîlê Xelîl re bûye mijar kengî, ya jî kîjan salê bûye, lê guman ew e ku dawiya salên 1800î, ya jî destpêka salên 1900 bûye.

 

XELAT