Ji bîr nekin, bixwînin û binivîsin!

Ji bîr nekin, bixwînin û binivîsin!

Nivîskar: Bawerê Kurmanc

 

Di destpêka salên heyştêyî de ji sedsala bîstan dengbêjê bi nav û deng " Xidirê Omerî" hatibû binxetê.

Rojekê dema nîvro ew û bavê min û çend mêrên Omeriyan hatin mala me.

Civat gerandin û axaftina wan li ser huner û stranbêjî  û çîrokên gelêrî bû.

Bavê min "Tewfîqê Melek" gote  min: Bawer, kanî helbesteke Seydayê Cegerxwîn ji me re bixwîne.

Min jî dîwana sisêyan "kîm e ez ?" Ji nav pirtûkên xwe yên dibistanê derxist û dest bi xwendina helbesta " kî me ez ?" Kir.

Kîm e Ez?

Kurdê Kurdistan,

tev şoreş  û volqan,

tev dînamêt im,

agir û pêt im.

Sor im wek etûn,

agir giha qepsûn,

gava biteqim,

dinya dihejî,

ev pêt û agir,

dijmin dikujî,

Kî me ez?

Hîn ez dixwînim, di nav re bavê min ji Xidir re got: Xidir! Ah ev helbest e, ya ku Şivan Perwer kiriye stran û  guhertiye û kiriye "kî ne em?" Ha!

Di cih de Xidir lê vegerand û got: Wax, niha Şivan van stranan ji van pirtûk mirtûka derdixe? , Weleh, heya niha mi digot qey ew van stranan ji ber xwe ve dibêje, de bes bixwîne bes! Ma ev jî dengbêj in?

Ên li civatê hemû bi peyva wî keniyan û min jî nema helbest xwend.

03.09.1982 z - 2682 k

Di wêneyê de Seydayê Cegerxwîn û Tewfîqê Heyoyê Melek

Wêne li hewşa Seyda li cihê gora wî bi kamîra Kamîrevan Ekremê Derwêş hatiye kişandin.

Xelat