Pirtûkên Kurmancî Li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê de

Pirtûkên Kurmancî Li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê de

 Nezîr Ocak: Nivîskar û Yek ji Endamên Weşanxaneyên Bakûrê Kurdistanê

Nivîskar û yek ji endamên weşanxaneyeke çap û belavkirinê li Bakûrê Kurdistanê (Nezîr Ocak) ku ji bajarê Wanê  beşdarî di pêşangeha pirtûkan ya Hewlêrê de kiribû radighîne ku îsal bakûrê Kurdistanê bi sê weşanxaneyan (Sîtaf û Avêsta û Nuhar) beşdarî di pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ya pirtûkan de kiriye.

Nezîr Ucak ji rojnameya (Kurdistanî Nwê) re diyar jî kiriye ku, di 16`emîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ya pirtûkan de ku, 17-27/4/2024`an hatibû vekirin de nêzîkî 300 weşanxane ji 20 welatên cuda û nêzîkî milyonek û 500 hezar navnîşanên cuda yên pirtûkan li xwe girtibû.

Ew yek jî eşkere kir ku , weşanxaneyên bakûrê Kurdistanê jî hêjmarek zêde ji pirtûkan nimayîş kiribûn ku zêdetir babetên (ziman, siyasî, civakî, dîrokî û çandî bûne Nezîr Ocak got jî; ewê li dev me giringe babetê zimane di navbera parçeyên Kurdistanê de ye çûnkî ji ber cudahiya zaravayên Kurdî û şêwazê nivîsînê weha lê kiriye ku cureyek dûrketin di navbera parçeyan de çêbibe, ji ber wê jî em dixwazin pêşangehên bi vî awayî çêbibin ku derfetek be ji bo jihev nêzîkbûna zaravayan û avabûna zimanekî yekgirtî li seranserî Kurdistanê.

Nivîskara Kurd Nezîr Ocak da zanîn ku, "astê serdana welatiyan bo pêşangehê li gorî salên borî wek pêwîst nebû bi taybetî wek weşaneyên me û ji ber ku piraniya pirtûkên me bi kurdî û bi tîpên latînî hatine nivîsînê gencên başûr kêmtir berê xwe didanê û ewên zêdetir pirtûkên me dikirîn kesên bi temen bûn, gêncên başûr zêdetir daxwaza pirtûkên Tirkî dikirin."

 

XELAT/ Jêder: Kurdistanî Nwê