RÛYÊ BI KEN
Nivîs: Seyrana Celad
Rûyê min bi tîrêjek nerm a rojê dibiriqe, ken ku li ser lêvan difûrfûre û êşa di kûrahiya dil de kom bûyî xemxur vedişêre.
Melodiya baranê, ku bê deng dihurike di nav giyan de bi çarşevê veşartî ye .
Li okyana çavan binêre, niqo be di nav neynika giyanê min de tê fehm bikî û bibînî, çima ez her gav dikenim, çima kenê min ronahiyek biçûk a hêviyê digire, çima xeyal û hestêm bê deng di hundurê min de gulvedidin mîna pelên nazik ên kulîlkên rengîn.
Mûzîka nedîtî zerp dilê min dixe, baran û tav di ezmanê duniya min de digihîjin hev dibin keskesora heftrengî.
Ken û êş li rex hev dimeşin, cîhana min diafirînin, bi hêvî ên bêdeng û hestên şil va.
Çemê dengvedanan berdewam dike, hêsir û ken dibin yek, rastiya di hundurê min de diafirînin, ku her noteke bê aram dibe melodiya jiyanê.
Ez hewl didim, ku di nav baranê de bibiriqim, dihêlim ku hestên min bi azadî, bê ragihandin û zindî biherikin.
Helbestek nû ji her bîranînek çêdibe, hêsirên min tevlihevê hubirê dibin û strana giyana min dinivîsin, nefehmdarî lê tekûze, mîna pêlên ronahiya hundurîn, ku berdewam birq didin û hebûna min bi bîr tînin.
Xelat
