Sekoya Kurmancî pirtûka nû ya nivîskar Merîwan Mesûd pîroz kir

Sekoya Kurmancî pirtûka nû ya nivîskar Merîwan Mesûd pîroz kir

Ji bo pîrozkirina pirtûka nû ya nivîskar û rojnamevanê dêrîn (Merîwan Mesûd) ya bi nav û nîşana (Ez Dinivîsim û Hûn jî Bixwînin) ku behsa ezmûnekî nû ya nivîsînên rojnamevaniyê dike, sernivîserê rojname û malpera Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê sernivîser (Dawûd Çîçek) bi navê Sekoya Kurmancî serdana Merîwan Mesûd kirin.

Ji aliyê xwe ve cîgirê sernivîserê rojnameya Kurdistanî Nwê û nivîskar (Merîwan Mesûd) pirtûka xwe îmza kir û pêşkêşî sernivîser û cîgirê sernivîserê Xelatê kir û kêfxweşiya xwe bi wê serdanê anî ziman û her weha behsa rojnameya Xelatê ya bi Kurmancî jî hate kirin.

Roja pêncşemê 8/2/2024 li hola Xak li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna xanima yekem ya Êraqê û hêjmarek ji siyasetmedar û nivîskar û rojnamevanan, semînerek ji bo nasandina pirtûka (Ez dinivîsim û hûn jî bixwînin) ya nivîskar û rojnamevan Merîwan Mesûd hate lidar xistin.

Pirtûk ji aliyê rojnameya Kurdistanî Nwê ve hatiye çapkirin û 65 babetên rojnamevanî li xwe  digre ku weku ezmûnekî nû ya nivîsînê û bi awayê pirtûkê hatiye amadekirinê.

XELAT