Letîf Nêrweyî: Serokê YNKê li Bexdadê jî Rojava jibîr nekir
Berpirsê Borda Ragihandinê (Letîf Nêrweyî) ragihand, Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî di konferansa diyalog a navdewletî li Bexdadê, Rojavayê Kurdistanê jibîr nekir û siyaseta YNK têkildarî Rojava bi zelalî anî ser ziman.
Endamê serkirdayetiya YNK`ê Letîf Nêrweyî di gotareke xwe de ku di malpera PUKMEDIA yê de hatiye weşandin gotiye: "Peyama Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî peyameke nîştimanî û netewî bûye ku arasteyî aliyên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye, û daxwaz ji Kurdên başûr kir ku di çarçoveya yek hevpeymaniyê de xebat bikin bo parastina mafên rewa yên gelê Kurd."
Nêrweyî diyar jî kiriye ku, Bafil Celal Talebanî vê carê jî li Bexdadê weku konferansa Miyûnşinê, rojavayê Kurdistanê jibîr nekir û siyaset û helwêsta YNKê sebaret bi pirsa Rojava bi awayekî zelal anî ziman û daxwaz ji kurdên Rojavayê Kurdistanê kir ku, eniyeke hevbeş pêk bihênin û bi hevgirtî berê xwe bidin Şamê û berevabniyê li mafên rewa ên gelê Kurd li wî parçeyê Kurdistanê bikin.
XELAT
