Efrînî Pîrozbahî Li Rêzdar Sofî Kir

Efrînî Pîrozbahî Li Rêzdar Sofî Kir

Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî li berpirsê ofîsa Qubad Talebanî kir.

Îro roja sêşemê 4-6-2024 li Dabeşanê berpirsê ofîsa Qubad Talebanî ya mekteba sekreteriyeta Bafil Celal Talebanî, rêzdar Şerîf Mihemed Sofî pêşwazî li Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî kir.

Di wê dîdara dostane de, herdu aliyan li ser rewşa giştî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û yên giştî û rola serok Mam Celal di mijarên netewî yên Kurdî di xizmeta karûbarên penaberên Rojavayê Kurdistanê de li Herêmê gotûbêj kirin, her weha  derbarê girîngiya pêşkêşkirina xizmetgûzarî û hevkariya penbaeran ji aliyê berpirsê ofîsê ve hate dupatkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Hozan Efrînî germtirîn pîrozbahiyên xwe û endam û alîgirên Encumenê arasteya rêzdar Şerîf Mihemed Sofî kir û serkeftin û serfirazî di kar û erkên wî ya nû de xwest.

XELAT