Neviyên General "Zêro Beg Herkî" Xelata Kurmancan pîroz kirin

Neviyên General "Zêro Beg Herkî" Xelata Kurmancan pîroz kirin

Îro roja yekşemê 3-12-2023`an li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Kurdistanê, şandeke malbata "Zêro Begê Herkî" Generalê komara Mihabadê sardana Sekoya Kurmancî li mekteba Ragihandina YNKê kirin.

Şanda mîvan ku ji her yek (Serhed Ehmed Herkî û Ebdula Ehmed Herkî pêkhatibûn), ji aliyê sernûserê Xelatê (Hozan Efrînî û cîgirê sernûser Dawud Çîçek û endama stafa Xelatê Roşîn Serêkanî) ve pêşwazî li  herdu neviyên "Zêro Begê Herkî" hat kirin.

Di wê hevdîtinê de, derbarê dîroka komara Mihabadê û rola genral Zêro Beg Herkî di vejandina giyanê netewî kurdî de û girîngiya kar û xebatên netewî kurdî û her weha derbarê kar û xebatê sekoya Kurmancî ku malpera Xelat û rojnameya Xelatê û herdu bernameyên di radyoya dengê Gelê Kurdistanê de li xwe digre, bernameyên Xelata Kurmanca û Jiyana Kurmanca bi awayekî berferh hat gotûbêjkirin û germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya sernûserê Xelatê û stafê wê kirin ku damezrandina wê pêngaveke dîrokî ye ji kar û xebatên çand û huner û wêjey Kurmancan re ye.

Xelat