Bafil Celal Talebanî: Emê zimanê Kurdî biparêzin
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî got; Zimanê me nasnameya me ye, em serbilind in ku parastina zimanê şîrîn ê Kurdî dikin û erka me hemûyan e ku em vî zimanî bi pêş bixin.
Bafil Celal Talebanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek belav kir û ragihand; "Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de em hemû kesên ku bûne pêşengên parastina zimanê Kurdî bi bîr tînin. Zimanê me nasnameya me ye. Em bi serbilindî berevaniyê li hebûn û parastina zimanê şêrîn ê Kurdî dikin."
Got jî: "Erkê me hemûyan e ku em wê bi pêş bixin û piştgiriya hemû wan pênûsên ku zimanê me ji tehrîfkirinê diparêzin bikin."
XELAT
