Kombenda Efrînê derçûyên zanîngehê xelat kirin

Kombenda Efrînê derçûyên zanîngehê xelat kirin

Di roja înê 1.12.2023`an de, li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê, Kombenda Efrînê ya Civakî şahiyek ji bo xwendekarên Efrînî yên ji Zanîngeha Rojava`yê derçûne li dar xistin.

Di wê bare de, yek ji xwendekarên derçûyî a kolêja endezyariyê xwendekar (Jîndar Ebdurihman Murşid) daxuyaniyeke taybet ji malpera Xelatê re da û wiha got; Di roja înê de şahiyeke rêzgirtinê ji bo xwendekarên zanîngeha Rojava`yê ku ji herêma Efrînê ne ji aliyê Kombenda Efrînî ya Civakî ve hate saz kirin.

Jîndar Murşid di daxuyaniya xwe de, aşkire kir ku di wê şahiyê de, komîteya amadekar a wê şahiyê spasiya wan xwendekaran kirin, ji ber ku kedek mezin dan heya gihîştin armanca xwe ,li dawiyê jî xelat hatin diyarî kirin.

Xwendekara kolêja endezyariyê di dirêjahiya daxuyaniya xwe de ji Xelatê re ragihand ku ew jî wek xwendekareke Efrînî ku îsal ji kolêja endezyariya zanîngeha Rojavayê derçûye, xelat wergirt û da zanîn ku wê xelata xwe pêşkêşî tevahiya malbata Murşid kiriye ku ew sedemê pêşketin û xwedîderketin li bilindbûna asta wê di zanîngehê de bûne.

Em jî wek stafa Xelata kurmancî pîrozbahiyê li hemû xwendekarên derçûyî ên zanîngeha Rojava dikin û serkeftin û serfiraziyê ji wan re dixwez in.

Xelat