Serokê YNKê: Dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye

Serokê YNKê: Dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê, bi peyamekê piştgîriya xwe ji bo Kurdên herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê da nîşandan û got: Dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Eve jî naveroka peyamê ye:

"Em bi dilgiranî bûyerên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dişopînin, di vê dema giran û dijwar de dilê min li cem gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Hêvîdarim hemû alî xwe aram bigirin û bi jîrane li hember bûyeran tevbigerin û bi rêya diyalog û gotûbêjên berpirsiyar pirsgirêkan çareser bikin.

Ez piştgîriya her cûre hewldanekê ji bo asayîkirina rewşê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan dikim.

Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê"

 

Xelat